Iraq di cîhanê de welatê 5’emîn a herî qirêj e
Wezîrê Jîngehê yê Iraqê, ragihand ku li gorî rêzbendiya cîhanê Iraq di qada qirêjiya jîngehê de welatê 5’emîn e.
Navenda Nûçeyan – Wezîrê Jîngehê yê Iraqê Helo Mistefa Eskerî, destnîşan kir ku rewşa jîngehî ya Iraqê di guherînê de ye û li gorî rêzbendiya cîhanê Iraq di warê qirêjiya jîngehê de welatê 5’emîn e.
Wezirê, anî ziman ku rewşa avhewayê ya Iraqê ji rewşeke aram ber bi guherînên ve çûye û ev jî yek ji sedemê herî diyarker ya ber çavane. Wezir, diyar kir ku guherînên herî mezin li Iraqê zêdebûna pileya germahiyê, kêmbûna rêjeya baranê, befrê, nizimbûna asta avê ya Çemên Dîcle û Firatê. Kêmbûna hişînahiyê û zêdebûna çolistanê ne.