IOM: Li Yemenê hezar û 183 malbat bê war in
Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IMO) raporek weşand tê de diyar kir ku ji destpêka salê heta 20’ê Hezîranê hezar û 183 malbat ku ji 7 hezar û 98 kesan pêk tên li Yemenê ji cih û warên xwe bûne. Ji sedî 61 bûyerên nû li Marîbê çêbûne.
Navenda Nûçeyan – Li Yemenê ji ber xirabûna rewşa aborî û karesatên xwezayî ku bûne sedema pêlên nû yên koçberiyê, fikarên ewlehiyê bi taybetî li Marîb, Hudeyde û Taizê, ku êrîşên dubare, kêmbûna dahatê û gefên lehiyê bi hezaran malbat neçar kirine ku ji bo lêgerîna li ewlehiyê malên xwe biterikînin.
‘Ji 7hezar û 98 koçber tenê hezar û 183 rewşên koçberiyê hatiye şopandin
Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) duh, raportek belav kir û tê de diyar kir ku di navbera 1’ê Çile û 20’ê Hezîranê de bi giştî hezar û 183 kes, ku ji wan 7 hezar û 98 kes koçber bûne, şopandiye.
Li gorî raporê, li Marîbê bi qasî ji sedî 61’ê tevahî koçberên nû pêk tîne, pişt re Taiz, dû re Hedramewt, Hudeyde, El-Hec, El-Zalî, El-Cewf, Şebwa û El-Mehra tên. Di nava hefteya borî de, rêxistinê koçberiya 17 malbatan, ango 102 kesan, tomar kir. Ev rêje li gorî hefteya beriya wê ji sedî 43 kêmtir bûye.
Piraniya Koçberên nû yên li Marîb, Hudeyde û Taizê kom bûn, bi giranî ji ber fikarên ewlehiyê, rewşa aborî û karesatên xwezayî çêbûn.
‘11 malbatên din koçber bûne’
Her wiha Rêxistinê destnîşan kir ku 11 malbatên din ên koçber li Hudeyde û Marîbê hatine tomar kirin û ev hejmar li hejmara giştî ya kesên koçber ji destpêka salê ve hatine zêdekirin.