Influencera Lîbyayî Hansa Mucahîd hat qetilkirin
Influencera Lîbyayî Hansa Mucahîd, li herêma Sarac a rojavayê Trablusê di wesayîda xwe de, ji aliyê kesên nenas ve bi çekê hat kuştin. Saziyên Mafên Mirovan diyar kirin ku li welat êrîşên li dijî jinên aktivîst zêde bûye û xwestin lêpirsîn were vekirin.
Navenda Nûçeyan - Influencera Libyayê Hansa Mucahîd, şeva Înê 21’ê Mijdarê, li herêma Sarac a rojavayê Trablus dema di wesayîda xwe de bû ji aliyê kesên nenas ve bi çekê hat kuştin. Bûyerê li Libyayê bandora şokê ava kir. Ev bûyer di raya giştî ya Lîbya û di qada medyaya dîjîtal de rastî bertekên tund hat û bi tundî hate şermezarkirin.
Di dîmenên k udi medyaya dîjîtal de hatin parvekirin de, şopên guleyan li ser cam hatin dîtin, kêliya ku jin di nava xwînê de li erdê bû hat parvekirin. Kiryarên bûyerê û sedema êrîşê hê nayê zanîn. Vê rewşê, di nava gelê Lîbyayê de bû sedema hêrseke mezin.
Şahidek bûyerê, diyar kir ku di dema êrîşê de Hansa Mucahîd, hewl daye ji wesayîdê derbikev lê belê rasterast hatiye hedefgirtin.
Hansa Mucahîd, xwedî gelek şopînerên jin e. Bi parvekirinên xwe di qada bedewî û modayê de tê nasîn, projeyên wê yên frotina cilên jinan, rêvebirina salona bedewê jî heye.
Kuştina jina influencer bû sedema hersê
Ev êrîş li Libyayê bû sedema herseke mezin. Ên ku medyaya dîjîtal bi kar tînin, fikarên xwe yên diyarnekirina kiryaran anîn ziman. Ev mijar di raya giştî de bû sedema bertekan. Bangên ku divê jin di qadên civakî de bên parastin û êrîş werin sekinandin bilind bûn. Bûyer di demek kin de di medyaya dîjîtal de bû rojeva sereke.
Saziya Mafên Mirovan a Neteweyî ya Lîbyayê, diyar kir ku divê lêpirsînek berfireh were vekirin û bang kir ku kiryar radestî edaletê bên kirin.