ILO ragihand ku li çaraliyê cîhanê 138 milyon zarok dixebitin

Konferansa Navneteweyî ya Kedê, ku li Cenevreya Swîsreyê bi dirûşmeya "Ji Marakeshê ber bi Çalakiya Berbiçav"hate lidarxistin, di çarçoveya Roja Cîhanî ya Dijî Keda Zarokan de pêk hat.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Navneteweyî ya Kedê ya Neteweyên Yekbûyî (ILO), di konferansê de diyar kir ku li çaraliyê cîhanê nêzîkî 138 milyon zarok dixebitin, ku 54 milyon ji wan di şert û mercên xeternak de ne.

Rêveberê Giştî yê ILO di rûniştina 114’emîn a konferansê de axivî û tekez kir ku zaroktî divê bibe serdema fêrbûn, pêşketin û lîstikê. Destnîşan kir ku bi mîlyonan zarok ji mafên bingehîn û derfetên pêşerojê yên wekhev bêpar in.

Di civînê de li ser pêkanîna "Çarçoveya Marakeshê " ya ku armanc dike jiholêrakirina keda zarokan hate sekinandin. Di vê çarçoveyê de, girîngiya gavên wekî xurtkirina qanûnên neteweyî, berfirehkirina perwerdehiya belaş, zêdekirina parastina civakî û misogerkirina şert û mercên xebatê yên baş hate destnîşankirin.

Di nîqaşan de, xizanî, krîz û pevçûn wekî sedemên sereke yên karkeriya zarokan hatin destnîşankirin. Hate tekez kirin ku ev pirsgirêk tenê bi hevkariya navneteweyî û polîtîkayên diyarkirî dikare were çareser kirin. ILO diyar kir ku pêşketinên ji sala 2000-an vir ve nîşan didin ku karkeriya zarokan dikare bi tevahî were ji holê rakirin, û ev ne "çarenûsek neçar" e, lê pirsgirêkek gerdûnî ya çareserker e.