IHRNGO: Li Îranê di 53 rojan de 3 hezar û 646 kes hatin girtin
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO), ragihand ku di encama şerê Îsraîl-DYE li dijî Îranê û pêvajoya agirbestê de herî kêm 3 hezar û 646 kes hatine girtin.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO), di rapora xwe ya têkildarî şerê di navbera Îsraîl-DYE li dijî Îranê de yê ku di 28’ê Sibatê de dest pê kiribû, her wiha pêvajoya agirbestê eşkere kir. Li gorî rapor IHRONG’ê, di 53 rojên şer de herî kêm 3 hezar û 646 kes hatin girtin.
‘111 aktîvîst hatine girtin’
Raporê diyar kir ku ji 8’ê Nîsanê, roja destpêkirina agirbestê ve, herî kêm 767 kes hatine girtin û di nav kesên hatine girtin de 111 aktîvîst jî hene. Gelek kesên hatine binçavkirin di bin şert û mercên tecrîdê de tên ragirtin.
Buhaneyên cihêreng
Rapora IHRONG’ê destnîşan kir ku ew kesên hatine girtin bi îdîayên ‘sîxurî’, ‘têkiliya bi servîsên îstîxbaratê yên biyanî re’, ‘şandina dîmen an kordînatên herêmên hesas ji medyaya ku navenda wê li derveyî welat e re’ û ‘avakirina şaneyên operasyonel’ an jî ‘hewldana birêvebirina çalakiyên çekdarî’ tên sûcdarkirin.
Di raporê de wiha hat gotin: “Daneyên ku ji aliyê Mafên Mirovan a Îranê ve hatine komkirin nîşan didin ku di gelek rewşan de destur nayê dayîn ku kesên hatine binçavkirin bi cîhana derve re têkiliyê deynin û tu agahiya malbatên wan der barê cih û rewşa wan a zagonî tune ye.”
Raporê cih da nasnameya girtiyên hatine tespîtkirin û agahiyên ku li kîjan herêmê hatine ragirtin.