Hûsiyan li Yemenê êrîşê zêdetirî hezar û 200 mal û tesîsan kir

Tora Mafên Mirovan û Azadiyên Mirovan a Yemenê, di rapora xwe de, eşkere kir ku milîsên Hûsiyan li 17 parêzgehên Yemenê hezar û 232 avahî û milkên aydê giştî û taybet kirine armanc.

Yemen – Li Yemên bûyerên binpêkirina mafan li dijî gelê sivîl rûbirû zêdetir dibin. Parêzvanên mafên mirovan, diyar kirin ku tundiya bi pergalî ya Hûsiyan, gefê li ewlehî û aramiya gel dixwe. Ev rewş, nîşan dide ku tê xwestin feraseta rejîmek zordar ku qanûnên navneteweyî û peymanên mafên mirovan binpê dike, bi darê zorê bê sepandin.

Tora Maf û Azadiyên Mirovan a Yemenê, ragihand ku Hûsiyan ji Îlona 2014’an ve heta 1’ê Adarê li 17 parêzgehan li dijî hezar û 232 mal û milkên aydê giştî û taybet êrîşên bi teqîn pêk anîne.

Rapor sûcên Hûsiyan ên li Yemenê belge dike

Li gorî raporê, cihên Hûsiyan teqandin ev in: 987 avahî, 76 mizgeft û qursên Quranê, 39 dibistan û tesîsên perwerdeyê, 37 navendên bazirganiyê û dikan, 63 zeviyên çandiniyê û bîrên ava vexwarinê, 18 avahiyên partiye, 29 avahiyên giştî, 9 tesîsên tenduristiyê û 4 cihên dîrokî. Her wiha 156 pir û riyên giştî jî hatin texrîbkirin

Binpêkirinên Hûsiyan li dijî sivîlan zêde dibin

Di raporê de, hat diyarkirin ku ji dîroka Hûsiyan hikûmetê bi dest xistine ve heta niha, binpêkirinên li dijî sivîlan zêdetir bûne. Cînayet, koçberkirina bi darê zorê û teqîn, weke polîtîkayek bi pergalî ku armanc dike projeyên xwe yên îdeolojîk ferz bike û berxwedana civakî bitepisîne tên nirxandin.

Tora Maf û Azadiyên Mirovan a Yemenê, destnîşan kir ku teqandina malên sivîlan yek ji kiryarên derqanûnî yên herî hovane ye û ev yek rûyê rastîn ê Hûsiyan ji hedefgirtina sivîl û milkê wan eşkere dike.

Ji civaka navneteweyî re bang

Tora Maf û Azadiyên Mirovan a Yemenê, di dawiya rapora xwe de wiha got: “Em bang li civaka navneteweyî, NY’ê, Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Yemenê û hemû rêxistinên mafên mirovan dikin ku van sûcan bi awayekî zelal şermezar bikin û ji bo pêşîgirtina sivîlan, cihên îbadetê û saziyên perwerdeyê ji êrîşên bi pergalî yên Hûsiyan biparêzin tedbîrên lezgîn bigrin.”