‘Hûsiyan jin û zarok jî di nav de 500 kesan girtine’
Di rapora Saziya SAM’ê de hat gotin ku di êrîşên Hûsiyan de zêdetirî 500 kesên di nav de jin û zarok jî hene, hatine girtin û bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane.
Yemen – Rapora Saziya Hesabên Civakî (SAM), binpêkirinên cidî yên ku bi pêngavê re derketine holê, bi belge kir. Di nav van binpêkirinan de bombebarana asîmanî û topxaneyî ya tund, dorpêçkirinek bê serûber, girtinên kêfî, talankirina milkan û binpêkirinên li dijî jin û zarokan hene.
'Bi sedan sivîl hatine qetilkirin'
Rapora SAM’ê ya Maf û Azadiyan, ku rewşa giştî ya bûyeran û mebestên pêngavê nirxand. Rapor nîşan dide ku parêzgeha El Beydayê ji sala 2014'an ve bûye şahidê zêdekirina çalakiyên leşkerî yên ji aliyê Hûsiyan ve tên lidarxistin. Li gor raporê Hûsiyan gundên Qifahê kirine armanc û di encamê de bi sedan sivîl hatine qetilkirin, malên xelkê wêran kirine. Di Çileya 2025'an de Hûsiyan herêma Henekê El Mesûd ku ew yek ji mezintirîn navendên nifûsê ya li navçeya El Qerîşiyê ye û nifûsa wê nêzî 10 hezar kes e, hedef girt.
Bi hinceta ‘têkoşîna li dijî terorê’
Raporê destnîşan kir ku armanca operasyona leşkerî ya hewldana Hûsiyan desteserkirina herêmê ye û wiha berdewam kir: “Xwestine ku kontrola xwe li ser El Beydaa pêk bînin. Piştî ku niştecîhan gotine emê kesên ku hûn lê digerin nedin we, hinceta ‘têkoşîna li dijî terorê’ ji bo rewakirina operasyona xwe bikar anîne. Hûsiyan mizgeft û dibistanên olî kirin armanc û xwestin wan mizgeftan bigirin û wazên mizgeftan bi melayên xwe yên dilsoz bidin dayîn.”
'Zêdeyî 500 kesên di nav de jin û zarok hene hatine girtin'
Li gor raporê hemleya leşkerî di 5'ê Çileyê de bi dorpêçkirina herêmê û qedexekirina derbaskirina pêdîviyên jiyanî û tenduristî ya li herêmê, destpê kir. Di 9'ê Çileyê de jî Hûsiyan herêm bi balafirên keşfê û çekên giran kirin armanc. Di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 11 kesên ku di nav de jin û zarok jî hene, birîndar bûn. Her wiha mizgeft û mal hatin rûxandin. Di 11 û 12'ê Çileyê de Hûsiyan dest bi hemleya dîlgiritinê kirin. Di encama vê hemleyê de zêdetirî 500 sivîlên di nav de jin û zarok jî hebûn, hatin girtin û ew birin zîndanên Redaa û Senaa ve.
'Ew sûcên şer pêk tînin'
Raporê balkişand ser bûyerên li Henekêt El Mesûd diqewimin û ev yek bi sûcên şer û kiryarên dij mirovî pênase kir. Li gor raporê hin kiryarên hatine belgekirin, derbarê kuştina bêserûber de ne. Di encama hemleyê de zêdetirî 15 kes hatin kuştin. Her wiha di encama êrîşan de jî 10 mal hatin rûxandin, mizgeft û dibistan hatin şewtandin û milkên gel hatin dizîn. Bi zorê hiştin niştecîh beşdarî waneyên mezhebî bibin û wazên mizgeftê guherandin.
'Kiryarên Hûsiyan kerasetek mirovî bi xwe re tîne'
Saziya SAM’ê tekez kir ku hemle bûye sedema karesateke mirovî û ziyaneke mezin a aborî, bi sedan niştecîhan jiyana xwe ji dest dane û malbat bi darê zorê koçber kirine. Tevî ku komîteya navbeynkariyê gihîşte rêkeftinek ji bo berdana girtiyan û qerebûlkirina xelkê mexdûr jî, Hûsiyan ev yek pêk neanîn, ev jî berdewamiya azarên xelkê piştrast dike.
'Divê zextek dîplomatîk li ser Hûsiyan bê kirin'
Di dawiya raporê de rêxistina SAM’ê bang li civaka navnetewî kir ku dorpêça li ser herêma Henekêt El Mesûd bi dawî bikin, rêya alîkariyên mirovî ji herêmê re vekin. Vekirina lêkolîneke navnetewî ya zelal a derbarê tawanên ku hatine kirin û şandina berpirsan bo Dadgeha Cezayê ya navnetewî pêk bînin. Her wiha bang kir ku zextek dîplomatîk li ser Hûsiyan bê kirin da ku wan neçar bike rêzê li qanûnên navnetewî bigirin. Divê piştgirî bidin hewldanên belgekirina binpêkirinan û xurtkirina hemleyên parêzvaniyê da ku parastina sivîlan li Yemenê pêk bê.