Hunermenda Lîbyayî hunerên kevneşopî nûjen dike

Hunermenda Lîbyayî Emnê El Zeîtrî bi xêzkirina li ser daran, gil û destanên seramîk û gravûrkirina kastîk, hunerên kevnar nûjen dike. Emnê dibêje: "Huner nasnameya civakê ye. Divê di nava hunera nû û berê de girêdanek çêbibe."

MUNA TOKA

Lîbya – Huner ji bo derbirîna gelek pirsgirêkên mirovî yên di serî de pirsgirêkên jinan tên, bûye cihê îfadekirinê û hê jî dibe derfetek ji bo pêkanîna vê armancê. Tevî astengiyên civakî û aborî ku li ber pêşxistina jinên ciwan dibin bend û jin nikarin xeyalên xwe pêk bînin jî; jinên mîna Emnê El Zeîtrî hene ku di van şert û mercan de ji jinan re bûne mînak û îlham.

Emnê El Zeîtrî li başûrê Lîbyayê bûye sembola hunera jinan. Tevî ku civakê fikra fêrbûna jinan a hunerê red dikir jî jinên ciwan di qada hunera bedew de perwerde kir. Li hemberî wan astengiyan Emnê El Zeîtrî nêrîna civakê guherand. Bi saya wê huner bû çavkaniya debarê ji jinan re û bû beşek ji pîşeya wan a hunerî.

'Rêxistina Nivîskarên Fezan ji bo hînbûna hunerê damezirand'

Mamoste û perwerdekara hunerên bedew e û di hemû warên wê de cih digre. Emnê El Zeîtrî qala hezkirina xwe ya hunerê kir û got: "Min hunerê ji dema paymengeha mamosteyan ve dixwend û hez kir. Min biryar da ku vê hezkirinê bigihîjînim nifşên pêşerojê. Min rêxistina nivîskarên Fezan weke platformek ji bo destekdayîna jêhatîbûnê demezirand. Di vê rêxistinê de min xwest balê bikşînim ser derfetên jinên ciwan ên di hunerên destan û wênexêziyê de. Me dest bi vejandina esnafên kevneşopî yên ku hema ji holê rabûne kir. Wek xêzkirina li ser daran, karên destan bi gil û seramîk û gravûrkirina kastîk. Li Fezanê her dem li riya îfadekirina nasnameyên xwe ya bi van karan digeriyam. Min giranî da mîrasa jinan a li başûrê herêmê, wek şêwazên çêkirina tevn û dirûtinê. Min xwest karên hunerî bibin îfadeya çand û hunera me."

'Huner cihê îfadekirinê ye'

Emnê El Zeîtrî bal kişand ser astengiyên ku di jiyana hunerî de li pêşiya wê dibin bend û wiha got: "Di nava malbat û civakê de fikra beşdarbûna jinên ciwan a li pêşengeh û komxebatên hunerî dihat redkirin. Ji ber vê yekê li malê serdana wan dikirin û piştevanî didan wan. Bi demê re malbatan girîngiya hunerî dîtin û fam kirin ku dikarin bi riya wê debara xwe jî bikin. Heta, gelek jinên ciwan û hunermend hene niha debara malbatên xwe bi hunerê dikin û derfetên kar ji wan re ava dikin. Huner ne tenê meraq e her wiha cihê îfadekirinê ye ji jinan û jinên ciwan re. Di karên destan û wênexêziyê de gelek jinan hebûna xwe nîşan dane. Di sala 2017'an de komxebatek bi beşdariya 50 jinên ciwan hat lidarxistin."

'Min xwest di navbera hunera nûjen û kevneşopî de pêwendiyek çêkim'

Emnê El Zeîtrî der barê karên xwe de jî agahî da û ev tişt anî ziman: "Ez hewl didim mîrateyê bi hunera nû re bikim yek. Ew jî bi riya bikaranîna caustîk a ji bo rengên agir û çolê di berhemên xwe de nîşan bidim. Min piştevanî da jinan ku di tabloyên xwe de hunerên kevneşopî û teknîkên nûjen tevlîihev bikin. Yek ji wan, hunermend Sara El Hedar e ku di tabloya xwe de malbatek bi rengên zeytî xêz kir. Ew jî bedewiya Fezan di hurgiliyên xwe de nîşan dike. Her civakek divê nasnameya xwe îfade bike û huner ji bo vê yekê şêwaza herî guncav e. Peyama min ji jinan re, di  îfadekirina hebûna xwe de bila bi îsrar bin û bila huner ji bo wan pencereya xwe îfadekirinê ya di cîhanê de be."

Dixwaze huner bibe pira pêşxistina çanda têgihîştinê

Emnê El Zeîtrî di nav amadekariyên ji bo xebatên din de ye jî. Dixwaze komxebatên din jî li bajarên başûrê Lîbyayê lidar bixe. Hêvî dike ku hunera bedew bibe pira pêşxistina çanda têgihîştinê û pêwendiyek di nava mîrateyê û pêşerojê de çêke.