Hunermend û jinên karsaz li Bexdayê di pêşangehekê de hatin bahev

Di pêşangeha "Nameyên Evînê" ya li Bexdayê de berhemên jinan hatin nîşandan. Beşdaran bal kişandin ser rolê van çalakiyan ê di civakbûyîn, afirînerî û bihêzkirina aborî ya jinan de.

TEMMNÎ EL-SIREWÎ

Bexda – Îro li Bexdayê li Klûba Nêçîrvaniyê pêşangeha bi sernavê “Nameyên Evînê” hat lidarxistin. Di pêşangehê de bi dehan hunermend û jinên xwedî projeyan di sektorên huner û karên destan de amade bûn. Di çalakiyê de aliyên hunerî, afirînerî û bihêzkirina aborî pêş debû.

Di pêşangehê de berhemên cihêreng hatin nîşandan. Di nav de wêne, tabloyên cam, tiştên xemilandî, karên destan û afirandinên din ên hunerî hebûn. Tiştên ku hatibûn pêşandan bala hejmareke girîng ji dilxwazên huner û çandê kişand da ku karên beşdaran temaşe bikin û li ser ezmûnên wan ên hunerî nîqaş bikin.

‘Pêşangeh dibin platformek ku tê de jin hêzdar dibin’

Beşdaran tekez kirin ku pêşangehên wiha ne tenê li ser pêşandana karên hunerî ne; ew platformek peyda dikin ku jinan hêzdar dike, baweriya bi xwe pêş dixe, rêyên nû ji bo girêdana bi civakê re vedike, kirrûbirra hilberên wan hêsan dike û şiyana wan a veguherandina jêhatîbûnê bo projeyên serketî nîşan dide.

Fereh Mecîd diyar kir ku lidarxistina pêşangehên wiha li cihên civakî yên navdar ên wekî Klûba Nêçîrvaniyê ji bo jinan derfetek rastîn peyda dike ku jêhatîbûnên xwe nîşan bidin û hebûna xwe bidin hîskirin. Wê tekez kir: “Beşdarbûna di van çalakiyan de dibe alîkar ku afirîneriya jinan ji bo civakê were nîşandan û stereotîpên ku rola wan sînordar dikin, werin hilweşandin. Gelek jin bi salan e xwedî jêhatîbûn in, lê hin ji wan têra xwe bala xwe nadinê an jî bawer dikin ku ew tenê hobiyên sade ne. Lê belê, ev jêhatîbûn dikare bibe destpêka projeyeke serketî an çîrokeke serkeftinê ku yên din îlhamê jê bigirin.”

Fereh Mecîd rave kir ku huner ne tenê rêyeke ku jin dikarin xwe bi rêya wê îfade bikin û wiha anî ziman: “Her jêhatîbûn an şiyanek çi di xêzkirinê de be, çi di hunerên destan de, perwerdehiyê an jî bihêzkirina jinan de be dikare veguhere peyamek civakî ya bihêz. Divê jin jêhatîbûnên xwe veneşêrin, berovajî wan pêşve bixin û nîşanî civakê bidin.”

‘Medyaya virtual cihê pêşangehên rastîn nagire’

Hunermend û perwerdekara wênesaziya li ser camê Înas El-Anî diyar kir ku ji bo pêşkêşkirina berhemên hunerî, pêşangeh rêbazên herî girîng in. Ji ber ku wêneyên ku li ser medyaya virtual têne weşandin, nirxa rastîn a berhemeke hunerî û hûrguliyên wê nîşan nadin, wekî ku mêvan bi xwe dibîne.

Înas El-Anî zêde kir ku têkiliya rasterast di navbera hunermend û raya giştî de aliyekî cuda dide berhema hunerî. Ew dihêle ku hunermend ramanên mêvanan fêr bibe û derfetê dide raya giştî ku hewldana di berhemê de hatî çêkirin fam bike, ku ev jî baweriya di navbera her du aliyan de xurt dike.

Di nava nirxandinên xwe de destnîşan kir ku bi saya medyaya virtual derfetên berfirehbûnê li gorî salên 1990’î mezintir bûne û got: “Min dest bi kirrûbirra berhemên xwe kir. Lêbelê, pêşangeh hê jî rêbaza herî girîng a avakirina navûdengê hunermendekî ne. Jinên Iraqî xwedî afirîneriyeke girîng in, lê hewceyî platformên zêdetir in. Piştgiriya van însiyatîfan bandorek erênî li ser bihêzkirina aborî û civakî ya jinan dike.”

Zimanê gerdûnî yê aştiyê: ‘Nameyên Evînê’

Hunermend Ru'a Qahtan piştrast kir ku sernavê pêşangehê, “Nameyên Evînê”, wateya wê ya rastîn nîşan dide. Ji ber ku ew nirxên evîn, ragihandin û bexşandinê di navbera hunermend û civakê de vedihewîne. Wê rave kir ku huner zimanekî gerdûnî ye ku dikare cudahiyan derbas bike û çanda aştî û bedewiyê belav bike.

Ru’a zêde kir ku jin bi xwezayî peyamek bexşandinê hildigirin û dema dibin hunermend, vê peyamê bi rêya karên xwe radigihînin. Ji ber vê yekê, beşdariya wan ne tenê pêşandana tabloyekê ye, lê peyamek mirovî û çandî ye.

Di dawiyê de destnîşan kir ku hunermenda Iraqî, tevî zehmetiyan, karî hebûna xwe di qada çandî de îspat bike û berhemên ku nasname û vîzyona wê ya jiyanê nîşan didin pêşkêş bike. Wê tekezî li ser piştgiriya pêşangeh û însiyetîfên hunerî kir da ku hebûna jinan di qada çandî ya Iraqê de berfirehtir bibe.