`Hunermend şoreşgerên gel in’

Hunermend jin ên ji bajarê Qamişloyê, destnîşan kirin ku hunermend şoreşgerên gel in, lewma ew jî tevlî seferberiya giştî dibin û tekez kirin ku tu kes nikare çanda gelê Kurd qir bike.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo- Rêveberiya Demkî û çeteyên girêdayî dewleta Tirkiyeyê bi awayekî hovane êrîş li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrîşên komên çete yên li ser herêmê seferberiya giştî bi daxuyaniyek ragihandin. Di daxuyaniyê de banga “Tevlî cenga parastina rûmetê bibin” hat kirin. Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND), bi daxuyaniyek ragihand ku bi rihê şerê gelê şoreşgelî hunermendên wê dê tevlî seferberiya giştî bibin.

‘Em tu car biryara rêxistina xwe naşkênin’

Jinên hunermend ji bajarê Qamişloyê ji ajansa me re anîn ziman ku ew jî tevlî seferberiya giştî dibin. Hevseroka TEV-ÇAND’ê ya Rojavayê Kurdistanê Sumeya Mihemed tekez kir ku ew bi hêz û gelên xwe bawer in û wiha got: “Gelê Kurd koletiyê û zilmê qebûl nake. Em jî wekî jinên hunermend, li kêleka hêz û gelê xwe ne. Em tu car biryara rêxistina xwe naşkênin, em ji gel û hêza xwe bawer in. Hunermend şoreşgerên gel in, heta dawî emê xwedî li gelê xwe derkevin.”

‘Îro roja hebûnê ye’

Hunermend Nesrîn Botan da zanîn ku ew wek hunermendên jin piştgiriya gel û şervanên xwe dikin û wiha pê de çû: “Em di nava gelê Rojava yê Kurdistanê de ne. Çi were ser milê me, em wekî hunermend amade ne.  Ji 6` Çileyê ve, êrîşên giran li ser gelên me tên kirin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrîşên komên çete yên li ser herêmê, seferberiya giştî bi daxuyaniyekî ragihandin. Em jî wekî hunermendên jin tevlî seferberiya giştî dibin. Banga me ji bo her çar aliyên Kurdistanê ku rabin, piştgiriya gelê Rojavayê Kurdistanê bikin. Rojavayê Kurdistanê di bin qirkirinekî de derbas dibe. Îro roja hebûnê ye. Her kes çek rake û li pişta şervanên xwe bin heta ku em Rojavayê Kurdistanê azad bikin.”

‘Em serî natewînin’

Hevseroka Komîna Muzîkê ya Cizîrê Newroz Silêman jî, bal kişand ser hewldanên qirkirina çanda Kurdan. Newroz destnîşan kir ku tu kes nikare çanda gelê Kurd qir bike û hêrsa xwe wiha anî ziman: “Em wekî jinên hunermend di her kêliyek de li ser piya ne, em serî natewînin. Em wekî jinên hunermend helwest, deng û qêrîna xwe ya hunerî bighînin tevahiya cîhanê ku tu kes nikare çanda gelê Kurd qir bike.”