Hunermend Sevinç Eratalay hate berdan

Hunermend Sevînç Eratalay ku duh hatibû binçavkirin, piştî îfadeya dozgeriyê di heman rojê de hate berdan.

Navenda Nûçeyan- Duh (9’ê Nîsan) Hunermend Sevinç Eratalay di serê sibehê de li mala xwe ya li Antalyayê ji aliyê polîsên dewleta Tirk ve hatibû binçavkirin. Piştî lêpirsîna dozgeriyê di saetên nivrî yê heman rojê de hate berdan. 

Sevinç Eratalay bi dengê xwe beşek ji ‘kilama Mahîr’ û wêneyê hemwelatiyekê ku portreyê Mahîr Çayan hilgirtî di hesabê xwe yê medyaya dijîtal de parve kir. Ev parvekirin weke sûc hate dîtin û bi vê îdeayê hate lêpirsînkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdogeriya Komara Antalya ve hatî destpêkirin, parvekirina mijara gotinê bi îdeaya ‘propegendeya THKP-C’ hate nirxandin, derbarê Sevinç Eratalay de biryara binçvakirinê hatibû dayîn.