Hunermend Sevinç Eratalay hat binçavkirin

Hunermend Sevinç Eratalay bi hinceta parvekirinên li ser medyaya dijîtal, li Antalyayê hate binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Hunermend Sevinç Eratalay di serê sibehê de li mala xwe ya li Antalyayê ji aliyê polîsên dewleta Tirk ve hate binçavkirin. Hate diyarkirin ku Sevinç Eratalay birine Miduryeta Emniyeta Antalyayê.

Hate zanîn ku Sevinç Eratalay bi hinceta parvekirinên xwe yên li ser medyaya dijîtal hatiye binçavkirin.