Human Rights Watch: RSF li Sûdanê mafên astengdaran binpê dike

Li gorî rapora nû ya Human Rights Watch, Hêzên Piştevaniya Lezgîn (RSF) di dema êrîşên li dijî bajarê El-Faşir a li bakurê Darfurê de, li hember astengdaran binpêkirinên giran pêk anîne.

Navenda Nûçeyan- Hate diyarkirin ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn (RSF) di dema kontrolkirina bajarên El-Faşirê de kesên astengdar rasterast kiriye hedef, kuştin, îşkence û nêzîkatiyên xirab di nav de binpêkirinên giran hene. Fikarên belavbûna van binpêkirinan û gihîştina asta cezayên komî zêde dibe.  

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Human Rights Watch) di daxuyaniya ku di 25’ê Sibatê de dayî de, diyar kir ku di dema êrîşên RFS’ê li dijî bajarê El-Faşir a bakurê Darfurê û piştî ku bajar kontrol kiriye, kesên astengdar kiriye hedef. Rêxistinê da zanîn ku ev cara yekem e binpêkirinên wiha û di vê astê de li dijî kesên astengdar çêbûne, hatiye belgekirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku RFS’ê bajarê El- Faşirê salekê dorpêç kiriye, di 26’ê Cotmehê de girtiye bin kontrola xwe û bi vê re jî komkujiyên komî, revandin, tecawîz û talan zêde bûne.  

Mîsyona Lêkolîna Heqîqetê ya Nateweyên Yekbûyî ku hefteya borî li Sûdanê hatiye avakirin, ragihand ku êrîşên li dijî El-Faşir ‘nîşaneyên qirkirinê’ ye.

Hevdîrekrota Mafên Astengdaran a Human Rights Watch Emîna Serimovîç, da zanîn ku rêxistin ev zêdeyî 10 salan e di pevçûnên çekdarî de binpêkirinên li dijî astengdaran belge dikin, lê belê tiştên li Sûdanê tên jiyîn di vê astê de ye û ev wehşet ev cara yekê ye hatiye tomarkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku RFS, sivîlên astengdar ên ku xwestin birevin kiriye hedef, her wiha ev rewş wek binpêkirina aşkera ya li dijî mafên mirovan nirxand.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku RFS, li hember kesên astengdar bi nêzîkatiya ‘biguman’, ‘bar’ an jî ‘kesên divê devjê bên berdan’ nêz dibin. Bi taybetî kesên ampute, bi îdeaya şervanên birîndar in, bi awayên kêfî tên înfazkirin, an jî ji ber astendariyan rastî nêzîkatiyên xirab tên, ev kes tên tacîzkirin û wek ‘dîn’ yan jî ‘kêm’ tên biçûkxistin.

Di çarçoveya bertekên navneteweyî de Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî, ji ber wehşeta li El-Faşirê tê pêkanîn, beriya çend rojan biryara pêkanînan a derbarê çar fermandarên RFS’ê de girt. Ev gav nîşan dide ku asta binpêkirinan û fikarên di mijara cîdiyetê de, zêde kiriye.

Di pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn (RFS) de ku ji Nîsana 2023’yan heta niha didome de bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane, nêzî 12 milyon kes di nava welat de koçber bûne an jî koçî derveyî welat bûne. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, di astek mezin de texrîbkirina binesaziyan, Sûdanê bi krîza herî mezin a dinyayê re rûbirû hiştiye.