Hulya Alokmen: Qîrîna aştiyê ya jinek ji bo tevahî jinên cîhanê ye

Endama TJA’yê Hulya Alokmen, bi gotinên “Dengê ku jinek ji bo mafên xwe, ji bo aştiyê derdixe, qîrîna wê ne tenê ji wê ye, ji bo hemû jinên cîhanê ye” bal kişand ser têkoşîna hevpar a jinên Kurd û femînîst.

ARJÎN DÎLEK ONCEL

Amed – Ên ku zêde ji şer û pevçûnan zirarê dîtine jin in. Di van pêvajoyan de jin weke “amûra tolhildana ji dijmin” tên dîtin. Li erdnîgariyên ku şer û pevçûn serdest in, jin tên kuştin, bedena wan tê teşhîrkirin, rastî destdirêjiyê ten, fuhûş li ser wan tê ferzkirin û di nava xizaniyê de neçarî jiyanê dimînin.

Jinên ku şopên şer bi salan di bîra xwe de dihêlin, ji dîrokê ve heta niha ji bo aştiyeke bi rûmet têdikoşin. Dema ku mirov li mînakên cîhanê dinêre, dibîne ku li welatên weke Kolombiya, Sûriye, Îrlandaya Bakur û Efrîkaya Başûr, ji bo şer û pevçûn bi dawî bibin û pêvajoyên muzakereyan dest pê bikin jin têkoşiyane.

Neçareseriya pirsgirêka Kurd jî weke erdnîgariyên din ên di dorpêça şer de mane, bûye sedema gelek krîzan. Her çendî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gelek derfet çêbûbin jî tu yek ji wan nehat nirxandin û şer her çû dijwartir bû.

“Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir, deriyê pêvajoyeke nû vekir û PKK’ê bersiv da bangê, di navbera 5-7’ê Gulana 2025’an de Kongreya xwe ya 12’an li dar xist û biryara feshkirinê da. Bi van pêşketina re li welat careke din pêvajoya aştiyê ket rojevê.

Li ser rola çareseriya pirsgirêka Kurd, rola jinên Kurd a d pêvajoyên aştî û muzakereyan de em bi endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Hulya Alokmen re axivîn.

Hulya Alokmen diyar kir ku tevî yên biryara şer didin jin nîn in jî yên herî zêde ji şeran zirarê dibînin ew in û bal kişand ser tiştên ku jin di pêvajoyên şer û pevçûnan de dijîn.

‘Pêvajoyên bi pevçûn û koçberî’

Hulya Alokmen diyar kir ku komara Tirkiyeyê li ser înkar, bişavtin û tunehesibandinê ava bûye loma li dijî vê pergalê her dem serhildanên gel çêbûne û got: “Di serhildanên weke Şêx Seîd, Dêrsim û Koçgirî de, zirarên herî mezin jinan dîtin. Dema em werin salên 1990’î ku şer û pevçûn zêde bûn, em rastiyeke wiha dibînin; ji ber şer û pevçûnan bi hezaran mirov koçber bûn. Jinan gund û malên xwe terikandin. Ji cihên ku bi ziman û çanda xwe dijiyan, hatin veqetandin, hem ji warê xwe hem jî ji nasnameya xwe hatin dûrxistin. Bi pirsgirêkên ku jixwe ji ber jin bûn dijiyan re, dema ku neçar ma koçber bibe û li bajarên din bi cih bibe, ji ber nasnameya xwe ya Kurdbûnê careke din zulmê dîtin. dedi.”

Hulya Alokmen diyar kir ku di salên 90’î de li dijî jinan  di bin çavan de destdirêjî, di dema valakirina gundan de îşkence li jinan hatiye kirin û mêrên ku dihatin binçavkirin bi hevjîn û keça wan gef li wan dihat xwarin û wiha domand: “Di pêvajoyên şer û pevçûnan de ji ber ku şîdeta dewletê zêde bû, şîdeta di nava civakê de li paş dima. Mînak; pirsgirêkên weke zewicandina zarokên keçik, ferzkirina zewacê li ser jinan, dîtina şîdetê baş nedihatin dîtin lê di hemû deman de jî daxwazên jinên Kurd ên ji bo aştiyê her dem hebûne.”

‘Jinên Kurd bi berxwedana xwe polîtîkayên bişavtinê vala derxistin’

Hulya Alokmen diyar kir ku jinên Kurd polîtîkayên bişavtinê yên dewleta Tirk bi awayê sîstematîk dimeşand bi têkoşîn û berxwedanê vala derxistine û got ku jin li her derê li çand û nasnameya xwe xwedî derketine.

Hulya Alokmen gotinên xwe wiha domand: “Sûcê tecawiza di bin çavan de, ji salên 90’î ve heta niha yek ji sûcên li dijî jinan hatiye kirin û vegotina herî zor bûye. Di pêvajoyeke ku hêzên ewlekariyê bi bêcezatiyê dihatin xelatkirin de jî jin bi îsrar bi pey kesên van sûcan kirin ketin. Jinan di salên  gotin ku  90’î de jî gotin ku kuştina jinan polîtîk e. Darbestên jinên ku wê pêvajoyê dihatin kuştin jinan hildigirtin. Ev yek jî nîşan dide ku tabûya di civakê de rûniştibû şikest. Her wiha piştî salên 90’î perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘heta ku jin azad nebe civak azad nabe’ di nava civakê de hat pejirandin. Bi awayê xweser rêxistinbûna jinan û li dijî pirsgirêkan bi awayê şexsî pêdiviya bi rêxistinbûnê jixwe her dem hebû. Hevjîn, kur, bav, keçên wan dihatin girtin, kuştin û bi carekê xwe di nava kar de didîtin. Li aliyê din jî li dijî polîtîkayên bişavtinê disekinîn. Ango her dem di nava xwe de têkoşîna jinan hebû. Bi terzê rêxistinê, bi perspektîfeke bîrdozî têkoşînê heta îro meşandin. Ger em mînaka Rojava bidin; di asta leşkerî, siyasî û hevserokatiyê de jinan li her derê rêxistinbûna xwe ya xweser ava kirin. Mijara parastina xweseriya tevgera jinên Kurd ji paşerojê tê.”

‘Bangeke ji bo pêşîvekirinê ye’

Hulya Alokmen bal kişand ku piştî banga Abdullah Ocalan bi biryara rawestandina şer a PKK’ê re pêvajoyeke nû dest pê kiriye û yên bi awayê herî çalak pêşengiyê ji pêvajoyêr e dikin jin in û got: “Banga Abdullah Ocalan pêşî vedike. Jinan jî vê bangê erênî dît. Jin têkoşîna Ocalan a ji bo jinan dibînin loma ji bo azadiya wî çalakiyên cur ber cur li dar dixin.”

‘Ji bo çareseriyê şansên nû hene’

Hulya Alokmen, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dema ku em li pêvajoya destpêkêrina serê çekdarî yê PKK’ê dinêrin, dibînin ku rêbaza lêgerîna maf bû lê piştî serê ku di navbera herdu aliyan de bi salan domiya rewşeke dubare hebû. Pirsgirêk her dem dubare dibû. Bi vê bangê re dê ev dubarebûn ji holê rabe. Ji bo çareseriyê êdî şansên nû hene. Bêguman hê jî bazirganên çekan ên dixwazin şer bidome, gelê Kurd û Tirk hev bikujin, hene. Ya esas ew e; civak çi dixwaze? Civaka Tirkiyeyê bi salan e, di navbera xwe de kaosek dijî. Hêvî û bendewariya ciwanan ji vî welatî nemaye, kedkar ji mafên xwe bêpar in, krîza aborî û gelek pirsgirêk hene. Li welat daxuyaniyeke çapemeniyê jî sûc tê dîtin. Bi sedan girtiyên ku cezayê muebetê girtine hene. Siyaset sûc tê dîtin. Di îdianameya der barê min de hatiye amadekirin de, çalakiyên 25’ê Mijdarê û 8’ê Adarê sûc hatine dîtin. Ji ber ku min mafên jinan parastiye, terorîst gotine ji min re. Ji ber ku min pergala hevserokatiya parastiye, dibêjin terorîst. Ev hemû li pêşiya têkoşîna civakê ya ji bo mafan dibin astengî. Ev pêvajo ji bo çareseriya van hemû pirsgirêkan bi awayê demokratîk û aştiyê derfet e. Bidawîbûna têkoşîna çekdarî dê pêşî li têkoşîna siyasî veke. Daxwaza esasî ev e.”

‘Divê êdî vî zimanê bi jehrî biguhere’

Zagona Înfazê ya ji bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ve girêdayî yek ji gavên ku diviyabû desthilatdariya AKP’ê biavêta, li meclisê hat hat pejirandin. “Zagon û Tedbîrên Ewlehiyê Zagona Der Barê Înfazê û Zagona ji bo Guherînên di Hinek Zagonan de” ku di raya giştî de bi navê “Pakêta 10’emîn a Darazê” tê zanîn, 4’ê Hezîranê di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket meriyetê. Daxwazên ji bo guherîna Zagona Kovîd -19 û Lijneyên Çavdêriya Îdareyê, rewşa girtiyên nexweş, înfaza cezayên muebeta girangirî, ji ber ku di pakêtê de cih negirtin, bûn sedema bertekan.

Hulya Alokmen, bal kişand ser girtîgeha n û got: “Bi deh hezaran mirov ji ber siyasetê di girtîgehan de ne. Hevserokên HDP’ê, parlamenterên me Semra Guzel, Leyla Guven di girtîgehê de ne, Ayşe Gokkan di girtîgehê de ye. Bi sedan girtiyên ku nexweş in û temenê wan mezin e, li gorî zagona înfazê dikarin werin berdan girtî ne nayên berdan.”

‘Em dest ji têkoşîna ji bo mafan bernedin’

Hulya Alokmen, bal kişand ku yek ji bendewariyên sereke yên civakê ew bû ku di vê pêvajoyê de girtî werin berdan û wiha domand: “Divê vî zimanê bi jehrî êdî biguhere. Divê zimanê ku hemû kesên ji derveyî xwe veder dike biguhere. Hê jî medyaya ku bi vî zimanê bi jehrî dixebite heye. Her kes li bendê bû ji bo berdana kesên di girtîgehan de guherînên adil çêbibin lê pakêta ku derket xeyalan şikand. Ev nayê wateya ku em ê dest ji têkoşîna xwe ji bo mafan berdin. Em ê têkoşînê bidomînin. A girîng ew e ku di vê mijarê de zorê bidin hikumetê.”

‘Divê gavên ku civakê rehet bikin werin avêtin’

Hulya Alokmen bal kişand ku ji bo pêşketina pêvajoyê divê gavên şênber werin avêtin û got: “Aştî di encama şer de çêdibe. Ji bo ku aliyên şer dikin, hev efû bikin dive hinek merc ava bibin. Divî vî gelî bigihîje mafên xwe. Ji bo aştiyê divê tiştên pêwist werin kirin. Di salên 2010 û 2011’an de dayikên leşker û gerîlayan hatibûn ba hev daxwaza aştiyê kiribûn. Avakirina vê bingehê, tenê berpirsyariya aliyekî nîn e. Divê mekanîzmaya dewletê jî di vî warî de rê veke. Bi guherînên zagonî divê gavên ku civakê jî rehet bikin werin avêtin.”

Hulya Alokmen diyar kir ku bi salan li dijî Kurdan polîtîkaya nefretê meşandine û hewl dane gelan bikin dijminên hev û xwest polîtîkayên ku bihevrebûna gelan diparêzin bikevin meriyetê. Hulya Alokmen, wiha got: “Bi salan bi pergala perwerdeyê, te çi hînî civaka xwe kir, ji akademî heta zanîngehan, te çawa vî dijminahiyê organîze kir? Divê ji niha şûnve ji bo guherîna vê rewşê hewldan hebin.”

‘Divê di muzakereyên aştiyê de jin bi nasnameya xwe hebin’

Hulya Alokmen bal kişand ser rola jinan a di pêvajoyên aştiyê de û got: “Divê di muzakereyên aştiyê de jin bi nasnameya xwe hebin. Vî şerê ku bi feraseta mêr didome, nabe ku encama wê li benda mêran were hiştin.”

Bi tevgera feminist re têkoşîna hevpar

TJA’yê ya bi şiara “Jin ji bo aştiya civakî û çareseriya demokratîk dimeşin” roja 31’ê Adarê li Amedê meşek li dar xist . Jinên ku ji gelek cihên Kurdistan û Tirkiyeyê hatibûn Amedê, ji bo aştiyê meşiyan.  Hulya Alokmen, diyar kir ku bi vê meşê daxwazên xwe anîne ziman, bi tevgera jinên feminist re meşiyane û bal kişand ser hevparbûna têkoşîna jinan. Hulya Alokmen wiha domand: “Em jin pir vekirî daxwaza aştiyê dikin. Divê di muzakereyên aştiyê de jin hebin. Di pêvajoya avakirina tora civakî de divê jin hebin. Di vê çarçoveyê de piştgiriya jinên Kurd û feminist demek dirêj e heye. Hem di bûyerên kuştina jinan de hem jî di mijara aştiyê de tên ba hev. Li dijî jinan hinek guherînên zagonî, hatin kirin. Di mijarên weke biçûkirina temenê zewacê, mijarên weke îlankirin ‘sala malbatê’ de jinên Kurd û Tirk hatin ba hev. Ji bo aştiyê di salên 2000’î de çalakiya ‘trêna aştiyê’ hebû. Ji Stenbolê jin ji bo aştiyê hatibûn Amedê. Piştî salên 2000’î, dayikên leşker û gerîlayan ji bo aştiyê hatin ba hev. Demek berê jî Însiyatîfa Jinan a Pêdiviya me bi Aştiyê Heye hat avakirin. Bi femînîstên Tirkiyeyî re li ser meşandina pêvajoya aştiyê, avabûna pêvajoyê nîqaş tên kirin.”

‘Ji derveyî têkoşînê tu rê tune ye’

Hulya Alokmen bi gotinên; “Dengê ku jinek ji bo mafên xwe û aştiyê derdixe, qîrîna wê ne tenê jib o xwe ye, ji bo hemû jinên cîhanê ye” got ku tevgera jinên Kurd cîhanî bûye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em têdikoşin lewre weke din tu rê tune ye. Ji bo em ji nifşên nû re pêşerojeke baştir bihêlin dive em têkoşînê bidomînin.”