Huda Kaya: Aştî ne bêdengî, axaftina li ser rastiyan e
Parlamentera berê ya HDP’ê Huda Kaya ku tevlî Kongreya Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê bû, got: “‘Aştî’ ne tenê rawestandina pevçûnan e, başkirina dil û civakê ye. Aştî ne bêdengî, axaftina li ser rastiyan e.”
DÎLAN AYDIN
Amed – Kongreya Mîa-Fedê li Amedê bi beşdariya siyasetmedar, rêxistinên civaka sivîl, hevserok û endamên komeleyên girêdayî federasyonê ji bajarên cuda, hat lidarxistin. Di axaftinan de bal hat kişandin ku ol ji cehwherê xwe hatiye dûrxistin û bûye amûr.
Hevberdevka berê ya Kongreya Îslama Demokratîk û parlamentera berê ya HDP’ê Huda Kaya ku tevlî Kongreya Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê bû ji ajansa me re axivî, diyar kir ku kongre li herêmeke ku bi hezaran salan civak lê ava bûne tê lidarxistin. Huda Kaya û da zanîn ku li vê axê jiyan, çand û siyaset bi teşe bûye, hem li ser şer hem jî aştiyê bandorê çêkiriye û xwedî rehekî qedîm e û got ku Mezopotamya dergûşa bawerî, çîrok û lêgerînerên rastiyê ye.
‘Di sedsala 21’ê de li van axên ku bawerî lê derketin dengekî bilind dibe’
Huda kaya bal kişand ku bi hezaran salan li ser navê pîroziyê şer hatine derxistin, trajediyên mezin hatine jiyîn û gelek caran ayet bûne dirûşm, dua bûne rêbaza xwenîşandanê, bawerî bûne amûra rêveberiyê û wiha domand: “Bawerî veguherîn amûrên çewisandin, mêtinkarî, tirsê û desthilatdariyê mezin kirin. Bedela vê yekê jî herî zêde mirovên xizan, jinan, zarok û gelên ku hatin vederkirin dan lê di sedsala 21’ê de li van axên ku bawerî lê derketin dengekî bilind dibe û dibêje ku divê çarenûsa civakan ne êdî şer, êş û trajedî bin, bawerî nebin hinceta zulmê, pîrozî ne amûra desthilatdariyan bin, nirxên mirovahiyê bin. Bawerî dema ku ji koka xwe, ji esprî, ji ruhê xwe ango bingeha xwe ya exlaqî were veqetandin, dejenere dibe. Dema ku di rewşeke wiha de be; civakek şeklî lê bêwijdan, olperest lê di pratîkê de bê edalet çêdibe. Em îro li vê derê ne û li dijî vê yekê derdikevin. Armanca me ew e ku em ol, exlaq û edaletê bînin ba hev û bibêjin ku ev hersê têgeh, bê hev nabin, hev temam dikin.”
‘Emanet parastina rûmeta mirov mafên mirov û gotina rast e’
Huda kaya da zanîn ku îslama demokratîk, ne etîket, îdiaya exlaq e diyar kir ku cehwera îslamê ne serdestiya yekê ya li ser kesên din, zanîna parastina cewherek e û got: “Emanet parastina rûmeta mirov, mafên mirov, gotina rast, sînorkirina hêzê û edaleta ji bo her kesê ye. Bawerî ne dema ku bi dewletê re bibe yek, dema ku bi wijdan re be jiyanî dibe. Bawerî ne dema ku ji bo îtaetê were bikaranîn, dema ji bo parastin û domandina rastiyê were bikaranîn, sûdê dide civakê, wê şiyar û ronî dike. Îro birîna herî mezin a mirovahiyê ev e: Li ser olê tê axaftin lê edalet tê bêdengkirin, bi navê Xweda, mafên mirovan tên binpêkirin, mirov ji mirovan re ebdîtiyê dikin. Em ji vê re nabêjin oldarî, dibêjin olperestî. Ev ne baweriya civakî ya desthilatdariyê ye, ev yek îstîsmarkariya li ser olê ye.”
‘Aştî ne tenê rojeveke siyasî ye berpirsyariya exlaqî ye’
Huda Kaya li ser gotina ‘aştiyê’ diyar kir ku aştî ne tenê rojeveke siyasî ye, beriya her tiştî berpirsyariyeke exlaqî ye û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di çand û kevneşopiya îslamê de ku wateya navê wê û armanca wê aştî ye; ‘aştî’ ne tenê rawestandina pevçûnan e, başkirina dil û civakê ye. Aştî ne bêdengî, axaftina li ser rastiyan e. Aştî ne jibîrkirin, bibîranîna bi edaletê ye. Ji ber vê yekê, zimanê aştiyê girêdana bi du tiştan re ye. Ew girêdan ‘êşan înkar nake’ û bi merhemet e, tolhildanê mezin nake. Niha di mijara Kurd de li ser ‘îhtîmala aştiyê’ tê axaftin. Li ser bingeha vê yekê ya hiqûqî û siyasî nîqaş didomin. Gotinên li ser dirêjkirina dema xebatên komîsyonan di rojevê de ne lê di heman demê de nêzikahiyeke wiha jî heye: Di gavên ku ber bi aştiyê ve tên avêtin de jî nêzikahiyeke teng heye. Mijar tenê bi gotinên ‘ewlehiyê’ tê destgirtin, aliyên civakî, siyasî nayên axaftin.”
‘Aştî karê civakê ye karê malê ye karê malbatê ye’
Huda Kaya bi gotinên; “Meseleya Kurd, meseleyeke etîketê nîn e” nirxandinên xwe wiha berdewam kir: “Ziman, nasname, daxwazên demokrasiya herêmî bi gotinên ‘ewlekarî’ nayê çareserkirin, bi esasgirtina edaletê dikare were çareserkirin. Mezinkirina aştiyê tenê bi avakirina maseya muzakereyan nabe divê di heman demê de civak ji aliyê exlaqî ve jî ji bo aştiyê were amadekirin. Aştî bi kêmkirina heqaret û zêdekirina gotinên mirovî çêdibe. Gava şênber ji bo aştiyê ew e ku cudakariya li ser cenazeyan rabe. Aştî tenê karê dewlet û rêxistinan nîn e. Aştî karê civakê ye, karê malê ye, karê malbatê ye. Dema ku em dibêjin ‘berxwedan’ em ji bo cîhan û jiyana bê şîdet, îsrar dikin. Em di rêgeza jiyanê de îsrar dikin. Em dibêjin divê mirov hînî zulmê nebe, bêmafiyê asayî nebîne û bi rêgezên exlaqî tirsê bişkîne. Dema em dibêjin, piştgirî û hevgirtin ne tenê em em behsa parvekirina êşan behsa başkirina wan jî dikin. Em ji agahdarbûna êşa cîranên xwe zêdetir vê yekê weke ‘emanet’ dibînin.”
‘Jin aştiyê ne tenê weke ‘encameke siyasî’ weke jiyanê bi xwe dibînin’
Huda Kaya diyar kir ku yên ji ber şer barê herî giran hildigrin jin in loma yên bikaribin aştiyê bi awayê herî baş ava bikin jî ew in û wiha bi dawî kir: “Jin aştiyê ne tenê weke ‘encameke siyasî’ weke jiyanê bi xwe dibînin. Aştî ji bo wan tişta herî esasî ye. Jin di aştiyê de ne fîguran kirde bi xwe ne. Ger îro li ser aştiyê axaftin hebe, dengê jinan ne dengekî li ‘di ber de’ divê weke dengê esasî were pejirandin. Divê em vekirî bibêjin ku bawerî û pîrozî ne gopala desthilatdariyê ne û divê em vê rewşê biguherînin. Em ê ziman ji nefretê rizgar bikin û bikin mala merhemetê û îhtîmala aştiyê nekin mijara hesabên biçûk, bikin mijara exlaqê baş û dilpakiyê. Banga me ji vê derê ev e: Divê êdî ne dengê şer, dengê edaletê were, ne trajedî hevgirtin û piştgirî mezin bibe. Bila êdî ne tirs hêvî hebe û Xweda me bike pêşengên aştî û edaletê.”