Efganiyên li Îranê tên dersînorkirin
Rejîma Îranê Efganiyên ku ji ber zextên Talîbanê neçar mane welat biterikînin dersînor dike. Psîkolog û parêzvana mafên jinan Yelda Ahmed anî ziman ku zext, zilm li dijî koçberên Efganî tê kirin.
BEHARAN LEHÎB
Afganistan – Peyva koçberî, têgeheke ku gelên ji ber şer û otorîteyan belav bûne û ji kûr ve rastiya wê hîs dikin e. Êşên ku di dema koçberiyê de tên kişandin tu carî ji bîra mirovan naçin. Efganek dema ku ji medyayê li welatên weke Sûriye, Ukrayna, Îran, Filistîn an jî Lubnanê yên di nava şer de ne dibîne, bi taybetî dema ku rewşa jin û zarokên ji aliyê dewletên emperyalist ve tên kuştin dibîne, vê êşê kûrtir hîs dike lewre wî/ê bi xwe jî heman êşê kişandiye.
Li Îranê Efgan tên dersînorkirin
Di nava van hemû hilweşînan de, koçberî; ji bo Efganan yek ji tecrubeyên herî bi êş e. Ne pêkan e mirov Efganek ku bo ku canê xwe rizgar bike, an jî jiyana baştir bibîne koçberî welatên din nebûye bibine. Li welatên cîran ên mîna Îran, Pakistan û Tacikistanê, em dibin şahidê muameleyên xirab û biçûkxistinê yên li dijî Efganan. Li van welatan, koçber tên dersînorkirin, gelek ji wan jî winda dibin. Niha li Îranê koçberên Efgan ji aliyê hikûmetê ve bi darê zorê tên dersînorkirin.
Gelek koçberên ku tên dersînorkirin, ji ber tirsa ji rejîma Talîbanê, li cihên tenha yên Efganistanê xwe vedişêrin û hewl didin jiyana xwe bidomînin û ji bo nasnameyên wan diyar nebin pir bi baldarî tevdigerin.
‘Rejîma Îranê ew avêtin avê û xeniqandin’
Psîkolog û parêzvana mafên jinan Yelda Ahmed diyar kir ku zext, zilm û sûcên li dijî koçberên Efganî -bi taybetî li Îranê- tişteke nû nîne û wiha got: “Koçberên Efgan, ji bo ji Talîbanê û rejîmên din ên zordar canê xwe rizgar bikin, koçberî Îranê bûn lê mixabin ji aliyê rejîma Îranê ve gelek sûc li dijî wan hatin kirin. Destûr nedan zarokên wan biçin dibistanê, di karên giran de hatin xebitandin, destura îkametgah an jî nasnameyan nedan wan. Bi hincetên cuda hatin dersînorkirin û di kampên li sînor hatine çêkirin de hatin mehkûmkirin. Gelek Efgan di demên berê de ji ber ku rejîmê ew avêtin avê, xeniqîn. Gelek ji wan di wesayîdan de hatin şewitandin. Li dijî wan her cure sûc hatin kirin. Niha piştî êrîşên Îsraîlê yên li dijî Îranê, ev rewş bi awayekî din didome. Li dijî Efganan propaganda hat kirin mixabin kesên ji rêzê di bin bandorê de man. Efganan ji xwediyên kar ên berê li ba wan xebitîne jî pereyê xwe negirtin û ji malên xwe hatin derxistin.”
‘Heta gel dijminên rast nas nekin azad nabin’
Yelda Ahmed ku ew bi xwe jî jineke Efgan e, li ser rewşa dawî wiha got: “Gelên Îran û Efganistanê heta ku dijminên xwe yên rast nas nekin û bi wan dijminan re tênekoşin dê azadî û bextewariyê nebînin. Di vê rewşê de ne gelê cihî ne jî koçber dê bikaribin ji zilmê dûr bisekinin. Li gorî min divê kesên zana, pêşketî û şoreşger, rêxistin û sazî - dixwazî li Îranê, dixwazî li Efganistanê be- peywira wan ew e ku gel şiyar û zana bikin, gel teşwîqî têkoşîna li dijî van rejîman bikin.”