'HTŞ mezhebperestiyê li Sûriyeyê belav dike'

N. A ya Elewî qala komkujî û binpêkirinên ku gelê Sûriyeyê di van demên dawî de tê re derbas dibin kir û got: "Piştî HTŞ'ê rêveberî bidest xist mezhebperestî û gotinên nefretê li Sûriyeyê belav dibe."

SÎLVA EL-IBRAHÎM

Hesekê – Kuştin, komkujî û mezhebperestî li Sûriyeyê di bin rêveberiyek ji alî û kesên ku berê wek terorîst hatine binavkirin de, bûne rastiyek berdewam û bi tundrewiya xwe tevna civakî ya Sûriyeyê ji hev diqetînin. Komkujiyên çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê yên li ser civakên Elewî û Durzî li peravê û li Suwêdayê, bombebarankirina dêra Mar Îlyas û gefên takekesî yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mînakên zindî ne ku nayên piştguhkirin.

N.A jineke ji mezheba Elewî ye û tirsê bi hemû hûrgiliyan jiyaye. Zarokên wê di nav lepên cîhadîstan de bûn. Cîhadîstên ku her kesek ji ol û baweriya wan cuda ye wekî kafir dibînin û kuştina wan mîna destûrê dihesibînin.

Jenosîd bi şêweyê tawanên takekesî berdewam dike

Berî 6'ê Adarê, N.A ji ber karê xwe neçar ma li derveyî Banyas û herêma peravê be. Ew dibêje: "Dema ku cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam dest bi kuştin û talanê kirin, ez li derveyî Banyasê bûm. Tiştê tirsnak ew bû ku me wê demê ji ber qutbûna înternetê têkiliya xwe ya bi malbata xwe re winda kir. 6'ê Adarê rojek tirsê bû, ji ber ku em bi nûçeya seferberiya giştî ji bo kuştina mezheba Elewiyan şiyar bûn. Me got ku mirin ji bo her endamekî mezheba Elewiyan neçar e. Ew kesên ku êrîş kirin û malan şewitandin, nedişibiyan civaka Sûriyeyê. Av û elektrîk li ser sivîlan qut kirin. Heta niha Elewî bi bêdengî tên kuştin. Berê komkujiyên girseyî hebûn, lê niha civaka Elewî bi awayê bûyerên takekesî jenosîdê dijî. Perava Sûriyeyê rojane şahidiya kuştin û revandinan dike."

‘Yên komkujiyan pêk tînin di nava Wezareta Parastinê de cîh digrin’

N.A da diyar kir ku gelê Sûriyeyê hêvî dikir ku piştî hilweşîna rêjîma Baasê Sûriye bê guhertin û civak di aramî û aştiyê de bijîn û got: "Mixabin piştî rêveberiya demkî xeyalên gel têk çûn. Civak hat parçekirin, sivîl hatin kuştin û şerê navxweyî di nava pêkhateyên herêmê de rû da. Eger zarok, jin, zanyar û rewşenbîr tên kuştin, Sûriye çawa dikare ji nû ve were avakirin? Ev rêveberî ne demkî ye, tolhildêr e û civaka Sûrî bi hemû mezhebên wê qir dike. Kesên ku komkujî pêk anîne, di nava Wezareta Parastinê de cîh digrin. Saziya ku divê ewlehiyê peyda bike, sivîlan dikuje. Kesekî ku xwîna me rijandiye û ewlehiya me dizî ye, çawa dikare berpirsiyarê parastina me be?”

Mezhebperestî li Sûriyeyê belav bûye

N. A derbarê bûyerên dawî li peravê û bajarê Suwêdayê qewimîn e da zanîn ku mezhebperestî li Sûriyeyê belav bûye û ev jî xeternak e û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ma mumkin e ku agir 10 rojan bêyî ku werin vemirandin berdewam bike? Her tiştê ku li peravê diqewime bi zanebûn e, heta xweza û jîngeh jî ji van çeteyan nehatine parastin. Gel ji encamên vê şoreşê razî nînin. Ji ber ku şoreş civakê ber bi azadî, ewlehî û edaletê ve dibe, ne ber bi dizî, wêran, şewitandin, destdirêjî û revandinê ve dibe. Welatiyên Sûrî ji ber nasnameya xwe têne kuştin û cudakarî di navbera mezhebek û mezhebek din de çêdibe. Em dixwazin ku ewlehî bê avakirin û gotinên nefretê ji holê bên rakirin.  Ji ber ku em Sûrî ne û di tevahiya dîrokê de em bi tevneke civakî bûne yek."