HTŞ'ê li Kobanê ceryan, av û înternetê qut kir
HTŞ, DAIŞ û komên di bin kontrola Tirkiyê de, di çarçoveya êrîşên xwe yên li ser bajarê Kobanê de binesaziya ceyran, av û înternetê bi tevahî qutkirin.
Navenda Nûçeyan- HTŞ, DAIŞ û komên di bin kontrola Tirkiyê de, hewildanên xwe yên dagirkirina banenê didomînin.
HTŞ, DAIŞ û komên di bin kontrola Tirkiyê de duh ceryan û ava Kobanê qut kiribûn. Îro jî, înterneta li Kobanê ku ji aliyê van koman ve hatiye dorpêçkirin, bi tevahî hat qutkirin.
Hate destnîşankirin ku hedefgirtina binesaziyê, şert û mercên jiyana sivîlên li bajêr girantir dike û bi qutbûna têkiliyê re, herikîna agahiyan a ji bajer jî hate astengkirin.