HTŞ’ê jinek Elewî qetil kir
Jinek Elewî ya beşdarî xwepêşandanên li Humusê bûbû bi guleyên HTŞ’ê hat qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Li Humus, Hama, Tarsus û Lazkiye bi hezaran kes li dijî kiryarên komên cîhadî yên HTŞ (Heyet Tehrîr El Şam) yên revandin, komkujî, îşkence û êrişên wan ên li ser cihên pîroz daketin qadan.
Hêzên HTŞ li Humus, Hama, Tarsus û Lazkiye gule li ser gel reşand. Di gulebarana HTŞ’ê de jinek ciwan a Elewî hat qetilkirin.