HTŞ’ê êrîşî girtîgeha Reqayê kir: Dixwazin DAIŞ’iyan rizgar bikin!
Çeteyên cîhadîstên HTŞ êrîşî girtîgeha Eqtan a çeteyên DAIŞ’ê tê de ne kir.
Navenda Nûçeyan- Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ragihand ku çeteyên hikumeta demkî êrîşî girtîgeha Eqtan a li bajarê Reqayê yak u bi sedan DAIŞ’î tê de hene kiriye û hewl daye çeteyan rizgar bike.
QSD û YPJ’ê diyar kirin ku êrîşa li ser girtîgehê bi dronan û çekên giran hatiye kirin.
Şervanên QSD û YPJ’ê bersiva êrîşê didin û diyar kirin ku ew ne berpirsên encamên van êrîşan in.