HTŞ’ê çekan li dora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi cih dike

Cîhadîstên HTŞ’ê çekên giran li dora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yê Helebê bi cih dikin.

Heleb – Cîhadîstên HTŞ’ê (Heyet Tehrîr El-Şam) şevê din tank û çekên giran li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi cih kir. Dorpêç didome.

Cîhadîstên HTŞ’ê şevê din bi RBG’ê êrişî benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê ya derdora çerxerêya Şîhan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya mafên parastina rewa de bersiva êrişê dan. Piştre çekdarên hikumetê çekên giran û tank jî di nav de li derdora her du taxan, bi taybetî li derdora çerxerêya Agirkujiyê ya derdora Şîhanê, Ewarid, çerxerêya Zîraa, benda Huluk a nêzî parka Eşrefiyê bi cih kirin.

Heta 23.45’an zêdetirî 6 gule avêtin her du taxan. Cîhadîstan taxa Celaa ya beramberî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û bi hinceta ku dibe êrişeke pêk were şênî neçar kirin ku ji malên xwe derkevin. Piştî şênî ji malên xwe derketin, çekdaran malên wan talan kirin.

Şevê din bi roketan êrîşî taxan kirin

Cîhadîstan şevê din bi roketan êrîşî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku piranî Kurd lê dijîn kirin. Hêzên Ewlehiyê yên Helebê diyar kirin ku Hikûmeta Demkî berpirsiyarê êrîşan e, ku wan ev yek şermezar kir. Di heman demê de, wêneyên ku li ser medyaya sanal belav dibin nîşan didin ku komên çekdar wesayîtên zirxî yên giran, wekî tank, li dora her du taxan bi cih dikin.