HRW û Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê li dijî darvekirinan bang kirin

Rêxistina HRW û Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê têkildarî rewşa bi hezaran welatiyên girtî û girtiyên siyasî hişyarî dan û banga sekinandina darvekirin û berdana girtiyan kirin.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (Human Rights Watch-HRW) û Tora Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê têkildarî metirsiya darvekirinê li ser girtiyên siyasî û rewşa welatiyên hatine binçavkirin, daxuyaniyek weşandin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku girtiyên siyasî bi metirsiyek dualî re rûbirû mane, ji aliyekê ve metirsiya êrîşên leşkerî yên DYE û Îsraîlê, ji aliyê din ve jî binpêkirinên berfireh ên mafên mirovan ji aliyê rayedarên Îranê ve ku darvekirinên komî an jî neqanûnî û veşartî digire nav xwe.

Girtiyên siyasî tên darvekirin

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di vê demê de (dema şer de) 9 girtiyên siyasî bi sûcê ‘çekdarî û serhildanê’ hatine darvekirin û egera zêdebûna hejmara darvekirina girtiyên siyasî heye.

Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku desthilata Îranê ne amadene di rewşa şer de girtiyan azad bikin, heta pêla girtinên komî û kêfî yên çalakvan û welatiyan dijwartir kiriye, bi hezaran girtî di rewşek ku derfeta wan a xweparastinê nîne, stargehek ewle ji wan re nehatiye dabînkirin û li ber tundiya navxweyî û êrîşên derve ne û heta hinek girtîgeh rastî êrîşan hatine.

Her wiha hat ragihandin ku pirsgirêkên herî sereke yên girtiyan kêmkirina para xwarinê, daketina qelîteya xizmetguzariyan, nebûna derman û çavdêriya bijîşkî û sînordarkirina peywendiya bi malbatên wan re ne.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) û Tora Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê bang li Neteweyên Yekbûyî kirin ku zextê li Îranê bikin da ku demildest girtiyên siyasî û kesên bi kêfî hatine binçavkirin berdin û daxwaza rawestandina cezayên darvekirinê kirin.