HRW: Kiryarên Îsraîlê sûcên li dijî mirovahiyê ye
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW), di rapora xwe de ragihand ku gelek sûcên şer û sûcên dijî mirovahiyê yê hezên artêşa Îsraîlê li dijî sivîlên li Xezayê pêkaniye belgekiriye.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW), di rapora xwe ya dawî de ragihand hêzên Îsraîlê li Xezayê birçîbûnê li dijî sivîlên wekî çek bikartînin û di heman deme de rojane êrîşê li cihên kombûna Filistîniyan ya ji bo alîkariya mirovî dike.
Di raporê de hate diyar kirin rûxme ku mekanîzmayên belavkirina alîkariyê rasterast di bin kontrola hêzên Îsraîlê de ye û bi hevkariya şîrketên taybet ên Emerîkî tê meşandin jî, di mîsogerkirina ewlehiya sivîlan de bê serkeftine û hate îfadekirin ku ev rewş xalên belavkirina alîkariyê veguherandiye sahneyên tundî û rijandina xwiyne.
Rêxistinê, destnîşan kir bikaranîna hêzêkî tund ya ji aliyê hezên Îsraîlê ve li dijî sivîlên Xezayê, binpêkirinek eşkere ya mafên mirovan û qanûna mirovî ya navneteweyî ye. Her wiha hate diyar kirin ku di dozên belgekirî yên hatine lêkolînkirin de, tu delîlek nîne ku mexdûrên Filistînî yên tên hedefgirtin, divê kêliyê de gefek jiyanî avakirine.
Di raporê de wiha hate gotin: “Qetliamên ku rojane ji aliyê hêzên Îsraîlê ve li nêzî navendên belavkirina alîkariyê tên pêkanîn, di çarçoveya sûcên şer de tê hesibandin. Ji ber hemû delîlan nîşan didin ev kiryaran cînayetên ku ji aliyê rayederên Îsraîlê ve li dijî kesên sivîl bizanebûn û hedef nîşandane tên pêkanîn in.” Herwiha di raporê de hate diyar kirin ku hêzên Îsraîlê yên li navendên alîkariyê bicîhbûne, rojane sivîlên birçî gulebaran dikin û van kiryaran binpêkirinek cidî ya qanûna navneteweyî û sûcekî şer e.
Di heman deme hate destnîşan kirin qeyrana mirovî ya li Xezayê encama rasterast a bikaranîna birçîbûnê ya wekî çekek şer ya ji aliyê Îsraîlê ve ye. Hate diyar kirin hêzên Îsraîlê ne tenê bi awayekî pergalî Filistîniyan ji alîkarî û xizmetên bingehîn bêpar dihêlin û ev kiryaran gihiştiye asta sûcên li dijî mirovajî û wekî perçeyek ya qirkirinê bê hesibandin.
Di raporê de hate diyar kirin ku li şûna mekanîzmaya belavkirina alîkariyê ya nû hatî damezrandin, alîkariyan li seranserê Zîvala Xezayê bi awayekî hêsanî bigihîne bi sedan xalan, Filistîniyan neçar dike di nav zeviyên wêrankirî û xeternak de rêwîtiyên dûr û dirêj bikin û ev yek sivîlan zêdetir bi xetere û êşên din re rû bi rû dihêle.