HRANA: Li Rojhilat û Îranê 6 hezar û 961 kes hatin qetilkirin

Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA, ragihand ku ji destpêka xwepêşandanan ve, 6 hezar û 961 kes hatin qetilkirin û 51 hezar û 591 xwepêşander jî hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA bi raporekê bîlançoya dawî ya xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê belavbûne, ragihand.

Li gorî HRANA’yê, zêdetirî 51 hezar xwepêşander hatine binçavkirin û zêdetirî 11 hezar kes jî ji bo dezgehên ewlekariyê hatine bangkirin.

Di rapora HRANA de hate ragihandin ku ji destpêka xwepêşandanan ve, 6 hezar û 961 kes hatine qetilkirin û 51 hezar û 591 xwepêşander jî hatine binçavkirin, her wiha 11 hezar û 22 xwepêşander jî birîndar bûne.

HRANA da zanîn ku ji hejmara kesên ji aliyê rejîma Îranê ve hatîn qetilkirin, 6 hezar û 476 kes xwepêşander, 207 zarok, 64 welatiyên ku beşdarî xwepêşandanan nebûyî, her wiha 214 endamên hêzên ser bi rejîma Îranê bûn.

Li gorî heman raporê, di xwepêşandanan de 11 hezar û 51 kes ji bo dezgehên ewlehiyê yên ser bi rejîma Îranê hatine bangkirin, li gel vê 331 xwepêşander jî bi darê zorê neçar mane ku îtîraf bikin.