HRANA: Li Îranê di mehekê de herî kêm 50 kes hatin darvekirin
Li gorî rapora ku Ajansa Nûçeyan a Rêxistinên Mafên Mirovan ve hatiye weşandin, di 30 rojên dawî de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 50 darvekirin, 541 binçavkirin û bi sedan binpêkirinên mafên mirovan hatine belgekirin.
Navenda Nûçeyan – Ajanasa Nûçeyan a Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA’yê ragihand ku di nava 30 rojên borî de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 50 kes haitne darvekirin. Her wiha HRANA’yê diyar kir ku girtiyên ku di girtîgehên Îranê de ne rastî binpêkirinên mafan tên û alîkariya bijîşkî tê astengikirin.
‘Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê binpêkirina mafan didome’
Li gorî rapora Ajanasa Nûçeyan a Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA’yê di 30 rojên borî de herî kêm 50 bûyerên darvekirinê hatine tomarkirin ku piraniya wan darvekirina girtiyên siyasî yên çalakiyên protestoyê ne. Her wiha raporê destnîşan kir ku 541 bûyerên girtinê hatine tomarkirin. Li gorî heman raporê 262 mal û milk jî di bin navê ‘alîkariya bi dijmin re’ hatine desteserkirin.
’73 bûyerên binpêkirina mafan li dijî girtiyan hat belge kirin’
Rapora ku HRANA’ê parvekiriye tê de hat diyar kirin ku rewşa girtîgehan gelek ne baş e û li gorî raporê ev dane hatin tomar kirin; 73 bûyerên binpêkirina mafan li dijî girtiyan weke astengkirina çareseriya bijîşkî û veguhestina nediyar a girtiyên siyasî hatine kirin. Li aliyê din hêzên ewlehiyê ji ber gulebarana bêserûber li her du bajarên Îranşar û Kirmanşahê, herî kêm 7 welatiyên sivîl û zarokek kuştine.