HRANA: Li Îranê di 38 rojan de herî kêm 6 hezar û 443 kes hatin qetilkirin

Li gorî rapora HRANA’yê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di nava 38 rojan de 156 jê zarok 6 hezar û 443 kes ji aliyê rejîmê ve hatin qetilkirin, 50 hezar û 553 kes jî hatin girtin.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Mafê Mirovan HRANA, ragihand ku ji destpêka xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve, 6 hezar û 872 kes hatine qetilkirin û 50 hezar û 553 xwepêşander hatine binçavkirin. Her wiha hezar û 21 xwepêşander birîndar bûne.

Hate diyarkirin ku di nav kesên hatîn qetilkirin de 156 jê zarok bûn, 214 kes jî endamên hêzên Îranê bûn, 109 xwendekarên zanîngehê bûn, her wiha 59 kes jî welatiyên ku beşdarî xwepêşandanan nebûyîn bûn.

Li gorî HRANA ragihandî, 11 hezar û 46 kes ji bo dezgehên ewlekariyê yên dewleta Îranê hatine vexwendin, ji bilî vê 307 qeydên îtîrafa bizorê hatine belavkirin.