HRANA: Li Îranê di 33 rojan de herî kêm 6 hezar û 92 kes hatin qetilkirin
Human Rights Activists News Agency (HRANA), ragihand ku di xwepêşdanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, di 33 rojan de herî kêm 6 hezar û 92 kes hatin qetilkirin.
Navenda Nûçeyan- Li gorî rapora Human Rights Activists News Agency (HRANA), di dema xwepêşandanan de 118 jê zarok herî kêm 6 hezar û 92 xwepêşander hatine qetilkirin. Hate diyarkirin ku hejmara miriyan jî bi giştî bûye 6 hezar û 479.
11 hezar û 20 kes bi giranî birîndar bûn
Li gorî daneyên HRANA’yê, di xwepêşandanan de 11 hezar û 20 kes bi giranî birîndar bûn. Her wiha hate destnîşankirin ku hîn mirina 17 hezar û 91 kesan di qonaxa lêpirsînê de ye. Di raporê de hate ragihandin ku dîmenê 281 kesan bi zorê di bin navê “îtîrafê” de hatiye girtin û ev dîmen di televîzyonên dewletê de hatine parvekirin. Hat diyarkirin ku derbarê 11 hezar û 27 kesan jî lêpirsîn hatiye destpêkirin û ji bo îfade gazî wan kirine.
Di raporê de hate bilêvkirin ku tevî ku protestoyên li kolanan hinekî kêm bûne jî, binçavkirin û girtin dewam dike. Hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de li bajarên Dezful, Yezd, Borujen, Borujerd û Nur herî kêm 706 kes hatine binçavkirin. Polîsên Ewlehiya Civakî ya FARAJA ragihand ku ji 28’ê Kanûnê û vir ve li seranserî welêt 327 xwepêşander hatine girtin, Midûriyeta Îstixbarata Eyaleta Hormozgan jî diyar kir ku ji ber protestoyan 65 kes hatine binçavkirin.
Di rapora HRANA de hate destnîşankirin ku rejîm birîndarên ku tedawî dibînin jî hedef digire. Li gorî vê, li nexweşxaneyeke çavan a taybet a li Tehranê, gelek xwepêşanderên birîndar hatine dermankirin.