HRANA: Li Îranê 25 Jin Hatin Girtin
HRANA ragihand ku li Parêzgeha Xorasanê ya Rezewî 25 jin bi hinceta ku beşdarî xwepêşandanên Çileyê bûne hatine girtin.
Navenda Nûçeyan – Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) ragihand ku herî kêm 30 jin di heman demê de li Parêzgeha Xorasanê ya Rezewî hatine binçavkirin û girtin.
Di daxuyaniya HARANA’yê de hat destnîşan kirin ku jinên ji bo beşa “Aramesh" a Girtîgeha Wakîlabadê hatine veguhastin, bi hinceta ku beşdarî xwepêşandanên Çileya îsal bûne hatine girtin û 5 ji jinên girtî bi kefalet hatine berdan, lê 25 ji wan hê jî di girtîgehê de ne.