HRANA: Heta niha 7 hezar û 15 kes hatine qetilkirin

Li gorî HRANA’yê di xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de heta niha 7 hezar û 15 kes hatine kuştin û 26 hezar kes jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan – Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) têkildarî bîlançoya dawî ya xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê raporek belav kir.
HRANA ragihand ku ji destpêka xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve 7 hezar û 15 kes hatine qetilkirin û 53 hezar û 552 xwepêşander hatine binçavkirin, her wiha 25 hezar û 845 xwepêşander birîndar bûne.

Li gorî raporê di nav kesên hatine qetilkirin; 6 hezar û 508 xwepêşander, 226 zarok û 67 welatiyên beşdarî xwepêşandanan nebûne hene, her wiha 214 endamên hêzên ser bi rejîma Îranê jî hatine kuştin.
HRANA da zanîn ku ji destpêka xwepêşandanan ve 144 xwendekarên zanîngehê hatine binçavkirin, 11 hezar û 53 kes ji bo lêpirsînê ji bo dezgehên rejîma Îranê hatine gazîkirin. Her wiha 355 xwepêşander bi darê zorê neçarî îtîrafê hatine kirin.