HRANA: Heta niha 6 hezar û 964 kes hatine qetilkirin

Rêxistina Mafên Mirovan HRANA’yê, ragihand ku li Îranê, 6 hezar û 964 kes di xwepêşandanan de hatine qetilkirin, hat diyarkirin ku di nava vê hejmarê de 6 hezar û 473 ‘xwepêşandar’ ketine qeydan, ji vê 212 kes zarokên di bin 18 salî de ne.

Navenda Nûçeyan Di roja 45’an a xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, rejîma Îranê bi rijandina xwînê hewl dide xwepêşandanan bitepesîne. Ev jî asta nû ya sûcên di vê pêvajoyê de tê kirin radixe ber çavan.

Di dema tepisandina bi xwîn de, rasterast hêzên ewlehiya Îranê gule li xwepêşanderan dibarînin û di encama van êrîşan de bi hezaran xwepêşanderan jiyana xwe ji dest dane. Ji ber qutbûna înternetê, zextên heyî,  çavkaniyên serbixwe nikarin xwe bigihîjînin malbatên zarokên wan jiyana xwe ji dest dane, zanîna hejmara miriyan û xwegihandina agahiyên berfireh ne gengaz e.

Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA’yê di rapora xwe ya dawî parve kir de, ragihand ku hejmara windahiyên hatine piştrastkirine gihîştiye 6 hezar û 964’an. Di nava vê hejmarê de 6 hezar û 473 ‘xwepêşandar’ ketin qeydan, ji vê 212 kes zarokên di bin 18 salî de ne.

Di raporê de hat diyarkirin ku 214 kesên girêdayî hêzên rejîmê, 65 kes jî komên ku ‘ne xwepêşanderên sivîl in’ jiyana xwe ji dest dane. Her wiha hejmara bûyerên ku di qonaxa lêkolînê de wekî 11 hezar û 730 hat ragihandin.

Hat destnîşan kirin ku hejmara birîndaran gihîştiye 11 hezar û 22’an, hejmara kesên hatine binçavkirin 51 hezar û 790,’ hejmara xwendekarên hatine binçavkirin 122, hejmara kesên bi zorê hatine girtin û îtîraf bi wan didin kirin 331, bûyerên zagîkirina îfadeyê wek 11 hezar û 51 ket qeydan.

Li gorî rapora ku hatiye weşandin, di van rojan de li 210 bajarên 31 eyaletan, bi giştî 676 xwepêşandan hatine lidarxistin.

Di raporê de hat diyarkirin ku çalakiyên xwendekaran dîsa destpê kirine û li bajarên cuda yên Îranê binçavkirinên gireseyî didomin.