HRANA: Di 24 saetan de 36 welatiyan jiyana xwe ji dest dan

HRANA’yê diyar kir ku di nava 24 saetên borî de di encama şerê di navbera Îsraîl-DYE û Îranê de, 174 kesan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan – Şerê di navbera Îsraîl-DYE û Îranê de 25 roj in didome. Rêxistina Mafên Mirovan (HRANA) der barê rewşa şer a di 24 saetên dawî de agahî parve kir.

Li gorî rêxistinê di nava 24 saetên dawî de, li 20 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê nêzî 279 êrîş pêk hatine.

Hat gotin ku di êrîşan de 46  baregehên leşkerî, baregehên Supayê Pasdaran, navendên Besîc, balafirxaneyên leşkerî, baregehên polîsan, bîrên petrolê û çavkaniyên binerd ên atomî hatine hedefgirtin.

Hat gotin ku di nava 24 saetên borî de, di encama êrîşan de 36 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û 138 welatiyên din jî birîndar bûne.

Li gorî heman çavkaniyê, piraniya êrîşan li ser Tehran, Elburz, Esfehan, Bender Ebas, Qûm, Buşehir, Tewrêz û Kendava Fars pêk hatine.

Li gorî daneyên ne fermî, ji roja şer dest pê kiriye ve heta duh, hezar û 443 welatiyan jiyana xwe ji dest dane. Ji vê hejmarê 217 zarok in.

Her wiha hezar û 167 endamên hêzên ewlekariyê û leşkerî jî hatine kuştin.