HRANA: Di 24 saetan de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan

HRANA’yê ragihand ku di nava 24 saetên borî de di êrîşên hevbeş ên Îsraîl û DYE’yên li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê de 14 welatiyên sivîl hatin qetilkirin û 6 welatî jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA’yê bi raporekê bîlançoya 24 saetên dawî ya êrîşên Îsraîl-DYE’yê yên li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav kir.

HRANA’yê ragihand ku di nava 24 saetên borî de Îsraîl û DYE’yê li 22 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê herî kêm 208 êrîş pêk anîne ku 4 baregehên leşkerî, navendên hêza besîc, baregehên Supayê Pasdaran, bîrên neftê, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan û qadên enerjiya atomî yên Îranê bûn.

Li gorî rapora HRANA’yê di encama êrîşên 24 saetan de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 14 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane 5 ji wan zarok û 3 ji wan jin bûn. Her wiha 6 welatiyên sivîl jî birîndar bûn. HRANA’yê ragihand ku piraniya êrîşan li ser Tehran, Sine, Îsfehan û Elburz hatine kirin.

Di heman raporê de HRANA’yê destnîşan kir ku niha ji bo piştrastkirin kuştin û birîndarbûna 352 kesan lêkolîn tê kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA’yê ragihand ku ji destpêka êrîşên Îsraîl û Amerîkayê yên li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve, hezar û 276 welatiyên sivîl hatine qetilkirin ku 205 ji wan zarok in.