Hîzar bûye amûrekî zextê ya di destê desthilatdaran de
Komara Îslamê ya Îranê ku bi îdîya ‘sekna li dijî emperyalîzmê’ bi rê ketiye, îro rasterast li gel emperyalîzmê rûniştiye. Îran muzakereyê û hîzara jinan, bi navê rewatî û domandina desthilatê kiriye amûra dawî ya di destê wan de.

ŞÎLAN SAQIZÎ
Navenda Nûçeyan – Polîtîkayên derveyî yên Komara Îslama Îranê, ji avakirinê heta niha dijberiya îstikabar (zexta gerdunî), îdîayên ku wek parêzvanên hatine perçiqandin hildigirtin. Van nirxan wek şoreşa Îslamê û vegera herî difikire û ehlaqî pêşkêş kir. Lê belê di rastiyê de, ev rejîma ku di îdîaya pêşengtiya dinyaya Îslamê de, mafê mirovan bi awayek sîstematîk binpê dike, piştgirî dide her cûrê terorîzmê, hewldana hilberandina çekên nukleer û fuze, ber bi berovajiya van îdîayan ve çû.
Berê bingehîn yê serkeftina Îslama li Îranê, dijberiya îstikbarê dihat dîtin. Alî Hamaney wek mîmarê vê seknê digot: “Ger em li dijî îstikbarê têkoşîn nekin, em Quranê jî pêk naynin.” Li gorî wê Emrîka ‘şeytanek mezin e’ û emperyalîzma Rojava (Ewropa) ‘hêza kûrewî ya daqurtînê’ bû. Lê belê axaftina beriya muzakeriyên dawî bi DYE re, Alî Hamaney derbarê muzakereyê de gotibû wek ‘der aqil, bê rûmet û rêzadarî’ ye. Îro heman rejîm, bi dinyaya emperyalîzmê re rûniştiye.
‘Rejîma Îranê hema bêje hemû çavkaniyên îdeolojîk ji dest da’
Çi bû ku vê ‘serkeftina Îslamê’ ev qas paş ve gav avêt? Ew gotinên şoreşgerî, xetên sor ên ji bo Emrîkayê hatin kişandin, vegeriya çi? Hilweşîna aboriyê zorê da ser rejîmê ku ‘şûşeya bi jehr’ vexwe? Li gel zextên ku di hundir de zêde ne, hîzara jinan hatiye halê ku ‘nirxê herî girîng’ ê di destê rejîmê de? Cilên jinan êdî hinek polîtîk in? Nirxên rejîmê yên tune bûne, hewl didin ku di bedena jinê de cardin wate bigrin?
Her çiqas bersîvên van pirsan ji derveyî çarçoveya vê nivîsê be jî, mijara nixamtina jinan cîhê di pergala rejîma sembolîk de çima ewqas mezin bûye? Nîqaşkirina vê pirsê girîng e.
Êdî li Îranê hîzar, tenê ne pirsgirêkek fikrî ye. Sembolek diyarker a îdeolojiya Îslamî ku di şoreşa 1979’an de derketiye, ala hêzên Îslamî bû. Çawa ku wek di dema Pehlevî de derxistina hîzara jinan bûbû sembola modernbûnê, di komara Îslamê de hîzar jî di hêla antî-emperyalîst û nirxên Îslamê û di aliyê gel de bûye nûnertî. Ancax ev pêvajoya sembolbûnê, di her gavê de bi binketinê bi encam bû.
Rejîma Îslamê, di nava 5-10 salan de hema bêje hemû çavkaniyên îdeolojîk ji dest da. Projeya ‘aboriya Îslamî’, gendeliya belav bûye, bertîl û enflasyona zêde hilweşiya. Hinardekirina şoreşa Îslamê û hedefên azadkirina Qudûsê, bi hilweşandina çeperên berxwedan û şerên wekîl bi dawî bû. Nirxa ku maye, bû sembola siyaseta xwe dispêre hîzara jinan.
Di vî alî de hîcab, êdî ne olî ye, vegeriyaye pirsgirêkek siyasî. Wek ‘amûra cûdakirina dost û dijmin’ bikar tîne. Zexta ku li ser bedena jinê tê pêkanîn, ji bo rewatiya hundir a rejîmê zindî bike aniye halê dîtbariyê. Ji ber vê yekê, pisporên ku hilbijartina rêberên olî dikin, endamên meclîsê jî di nav de, derbarê hîzara jinan de rasterast daxuyanî didin.
Dewleta Îranê ji jinan ditirse
Dewleta Îranê, ji jinên ku di civakê de tabûyan şikandine ditirse. Lewma mudaxeleyî qadên taybet ên jinan dikin. Ji bo teşwîqkirina hîzarê serî li hemû cûrên riyan didin. Ev stratejiya ku hedef dike jinan ji jiyana civakê dûr bixe, hewl dide jinan bike malê, jin zarokan bîne û serî bitewîne. Bi serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hebûna jinan ji bo rejîmê bû gefek cidî. Ji ber vê yekê, hikûmetê di bin navê hîzarê û îfetê de zagonên ceza û teşwîqê derxist. Naxwaze pirsgirêkê ji holê rake, dixwaze ser wê bigire.
Hiqûqnas û civaknas hişyarî didin û diyar dikin ku ev zagona nixamtinê, hemwelatiyan wek sûcdar dibîne û mafê kontrolkirina qada herî mahrem dide dewletê. Cezayên pere yê giran, girtîgeh, sînordarkirina medyaya dijîtal û qadên civakê û cezayên wek qedexeya derveyî welat, azadiya kesî tune dihesibînin, krîza siyasî û civakî hê zêdetir kûrtir dikin.
Jin dest ji destkeftiyên xwe bernadin
Rejîm niha bi awayek tundiya sîstematîk ku navê ‘klînîka bê hîzarî’ lê kiriye, hewl dide ku jinan di bin navê tedawiya psîkolojîk de bîne rê. Ev proje wek perpitîna herî dawî li dijî pêla şoreşgerî ya ‘Jin Jiyan, Azadî’ tê dîtin.
Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku di 2022’yan de bi qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên Ehlaqê ve derket, vegeriya têkoşîna azadiyê ya ku ji hîzarê wêdetir e. Rejîmê ji bo tepisandina vê raperîna şoreşger, zagonên ku dişibin çaxa navîn derxist. Bi vî awayî, hewl dide di nav hemwelatiyan de şer derxe. Lê belê tu niyeta jinan tuneye ku terka vê serkeftinê bidin.
Komara Îslama Îranê, piştî binketina xwe ya di polîtîkayên hundir û derve de, wek koza herî dawî hîzara jinê bikar tîne. Pergala nirxan hilweşiya, aboriya Îslamê hilweşiya, navenda têkoşînê belav bû, rejîm hîzarê wek vitrîna ehlaqî nîşan dide û hewl dide ku li ser lingan bimîne.
Ya rast ew e ku tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di çêkera îdeolojîk ya li Îranê de derzên mezin çêkir. Çêkirina van derzan, hema bêje ne gengaz e. Jinan bedela vê têkoşînê dane û êdî venagerin.