Hişyariya NY û IOM’ê: Vegera li Efganistanê bazirganiya mirovan zêde dike
Rêxistinên navnetewî diyar kirin ku ji ber krîzên aborî û zextên Talîbanê, vegera penaberên Efgan dibe sedema xizaniyeke kûr.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) û Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li dijî Tiryak û Sûc (UNODC) duh, bi boneya Roja Cîhanî ya li Dijî Bazirganiya Mirovan, daxuyaniyek hevbeş dan. Di daxuyaniyê de fikarên xwe yên mezin li ser rewşa kesên ku di bin desthilatdariya berdewam a Talîbanê de vedigerin Efganistanê û li ser rewşa aborî û mirovî ya xirab a li welêt, anîn ziman. Saziyan, destnîşan kir ku di encama vegera koçber û penaberên Efgan a ji bo welatê wan de, dikare encamên cidî bi xwe re bîne. Her wiha ragihandin ku rewşa mirovî û aborî ya xirab a li Efganistanê, wan ji her cûre bazirganiya mirovan û îstismarkirinê re bêtir xeternak dike.
Krîzên piralî û zêdebûna xetereyan
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Efganistan di heman demê de bi gelek krîzan re rûbirû ye; di nav de vegera girseyî ya bi zorê ya welatiyên Efgan ji welatên cîran, paşketineke aborî ya tund, kêmbûna debara jiyanê li deverên gundan, kêmbûna girîng a alîkariyên mirovî yên navneteweyî, karesatên xwezayî û sînordarkirinên berfireh ên Talîbanê yên li ser mafên jin û keçan.
Neteweyên Yekbûyî piştrast kir ku kombûna van faktoran lawaziya niştecihan zêde dike û îhtîmala ku bibin armanca bazirganiya mirovan û torên îstismarkirinê mezintir dike.
Daneyên aborî û rewşa xizaniyê
Daneyên ku di raporê de hatine bikaranîn, asta krîza aborî ya ku ev kom pê re rûbirû ye derdixin holê: “Tenê ji sedî 56 malbatên ku vedigerin, dikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn bicîh bînin. Her wiha ji sedî 11 kesên ku vedigerin, xwediyê kar an karsaziyekê ne.”
Lêkolînê her wiha eşkere kir ku nîvê kesên ku vedigerin, ji bo dabînkirina pêdiviyên jiyana xwe bi deyn an alîkariyên darayî ve girêdayî ne. Ji ber nebûna derfetên kar û hewcedariya lezgîn a dahatê, ev rewş xetereya îstismara aborî, keda bi zorê û koletiya deynan li ser wan zêde dike.
Bêkarî û astengiyên piştî sala 2021’an
Ji dema ku Talîbanê di sala 2021’an de desthilatdarî girt destê xwe, Efganistan bi krîzeke aborî ya bêhempa re rûbirû ye; ev yek bûye sedema zêdebûna rêjeyên xizaniyê û bêkariyê. Beşên mezin ên nifûsê ji ber kêmbûna çalakiya aborî û sînorkirinên berdewam ên li ser civakê, bi taybetî jinan, nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn bicîh bînin.
Gefên li ser mafên mirovan û rewşa jin û zarokan
Herdu rêxistinan destnîşan kirin ku di bin van şert û mercan de, koçberên ku vedigerin Efganistanê rastî van xetereyan tên: “Şert û mercên xebatê yên neewle û keda bi zorê, îstismara zayendî û şert û mercên mîna koletiyê. Di hin rewşan de, birîna organan bi zorê jî hene. Ev binpêkirin rasterast gefê li mafên mirovan dixwin.”
Di daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin ku jin û zarokên ji malbatên deyndar di nav komên herî xeternak de ne. Gelek ji wan neçar in ku di sektorên wekî çandinî, çêkirina kerpîçan, maden, karûbarên malê û çêkirina xalîçeyan de bixebitin. Hinên din jî ji ber rewşa xwe ya aborî ya giran rastî binpêkirinên cûrbecûr tên.
Banga ji bo civaka navneteweyî
Daxuyanî bi hişyariyekê bi dawî bû ku hin kesên vegeriyane rastî gefa zewaca bi zorê tên, hinên din jî rastî îstismara zayendî dibin an jî neçar in ku beşdarî çalakiyên neqanûnî bibin. Di dawiyê de ji civaka navneteweyî hat xwestin ku piştgiriya mirovî û aborî xurt bike, bernameyên parastinê ji bo komên herî xeternak berfireh bike û sedemên bingehîn ên koçberiya bêserûber di nav welatiyên Efgan de çareser bike.