Hişyariya Amnestyê: Dawîbûna şer mîsogeriya ewlehî û rûmeta mirovî nake
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî derbarê peymana dawî ya di navbera Îran û Emerîkayê de, hişyariya “Her peymanek ku mafên mirovan û bersivdayînê paşguh bike, dikare bibe bingehek ji bo berdewama çewsandin û binpêkirina mafên welatiyan” kir.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) bi pêşwazîkirineke hişyar ji lihevkirina vê dawiyê ya di navbera Îran û Emrîkayê de ya ji bo bidawîkirina mehên aloz û pevçûnên leşkerî, hişyarî da. Amnesty got ku “her lihevkirineke siyasî ya ku mafên mirovan, edalet û bersivdayînê paşguh bike, tenê nabe sedema aştiyeke domdar û dadperwer. Dikare bibe mijarek ji bo berdewamiya çewsandin, girtinên berfireh, darvekirin, sînordarkirina azadiyên sivîl û parastina binpêkerên mafên mirovan ji cezayan.”
Rêxistinê tekez kir tenê dawîbûna şer mîsogeriya ewlehî û rûmeta mirovî nake, ragihand ku bi milyonan welatî li Îran û herêmê hê jî bi encamên çewsandin, bêedaletî û binpêkirina mafên xwe yên bingehîn re rû bi rû ne. Rêxistinê got ku her wiha her lihevkirineke ku dengê qurbaniyan, malbatên dadxwaz, girtiyên siyasî, çalakvanên sivîl û xwepêşanderan paşguh bike, nikare bibe bingeha îstîkrara rastîn.
Efûya Navneteweyî her wiha ji civaka navneteweyî xwest ku li gel hewldanên ji bo kêmkirina alozîyên siyasî û leşkerî, piştgiriya mafên welatiyan, azadiyên bingehîn, mafê dadxwaziya qurbaniyan û daxwazên gel ên ji bo reformên bingehîn bikin yek ji mijarên sereke yên têkiliyên xwe yên bi Komara Îslamî re. Rêxistinê xwest ku nehêlin ku berjewendiyên siyasî û jeopolîtîk siyê bidin ser neçariya bersivdayîna berpirsên binpêkirina mafên mirovan û peydakirina edaletê ji bo mexdûran.
Hişyariya ‘bidawîbûna şer nayê wateya bidawîbûna êşa gel’
Amnesty ragihand ku aştiyek ku tenê li ser berjewendiyên siyasî û ewlehiyê ava bibe û guh nede rewşa mafên mirovan, nikare domdar û dadperwer be. Sekretera Giştî ya Amnesty tekez kir ku bi milyonan mirov li herêmê di mehên borî de bacên giran ji bo şer dane, her lihevkirineke ku bêyî berçavgirtina mafên qurbaniyan û mekanîzmayên bersivdayînê pêk bibe, metirsiya ji nû ve hilberandina xeleka tundî û bêedaletiyê zêde dike. Sekretera Giştî got ku lihevkirinên siyasî wê demê dikarin bibin sedema aramiya rastîn ku li gel dawîanîna li pevçûnên leşkerî, piştgiriya mafên bingehîn ên welatiyan, azadiyên sivîl û mafê dadxwaziya qurbaniyan jî bikin.
Nîgeraniya ji girankirina çewsandinê li Îranê piştî şer
Amnesty di beşeke din a daxuyaniya xwe de li ser rewşa navxweyî ya Îranê hişyarî da û ragihand ku bidawîbûna êrîşên leşkerî her dem nayê wateya zêdebûna ewlehiya welatiyên Îranî. Amnesty dibêje ku hevdem li gel şer û di bin siya atmosfera ewlehiyê ya hatî avakirin de, pêleke nû ya girtin, zextên ewlehiyê û sînordarkirinên siyasî li Îranê pêk hatiye. Li gorî nirxandina Efûya Navneteweyî, di mehên borî de bi hezaran kes bi awayekî kêfî (bêserûber) hatine girtin û bi dehan kes jî bi tawanên siyasî yan ewlehiyê rû bi rûyê cezayê darvekirinê hatine. Daxuyaniyê destnîşan kir ku xwepêşander, çalakvanên sivîl, rojnamevan, parêzvanên mafên mirovan, malbatên dadxwaz û rexnegerên hikûmetê hê jî di bin metirsiya girtin, îşkence, windakirina bi darê zorê û derxistina cezayên giran de ne.
Amnesty hişyarî da ku her cure asayîkirina têkiliyên siyasî bi Komara Îslamî re bêyî berçavgirtina van rastiyan, dikare bibe sedema xurtkirina atmosfera bêcezakirinê û kêmkirina zextên navneteweyî ya li ser binpêkerên mafên mirovan.
Rexneya ji bo lihevkirinên li ser bingeha berjewendiyên jeopolîtîk
Sekretera Giştî ya Efûya Navneteweyî bi rexnekirina wan nêzîkatiyên ku tenê li ser berjewendiyên ewlehiyê yên dewletan hûr dibin, rawestiya. Sekretera Giştî destnîşan kir ku lihevkirinên siyasî nabe bibin amûrek ji bo paşguhkirina mafên qurbaniyan. Bi baweriya vê rêxistinê, ezmûnên borî nîşan dane ku ew lihevkirinên ku tenê bi armanca kêmkirina aloziyên siyasî yan leşkerî tên girêdan û guh nadin daxwazên welatî û qurbaniyan, di demdirêj de ne tenê aramiyê ava nakin, dibin sedema krîzên nû jî. Her wiha destnîşan dike ku mafên mirovan, rûmeta mirovî û mafê dadxwaziyê nabe bibin qurbaniyê berjewendiyên siyasî û lihevkirinên dîplomatîk.
Daxwaza piştgiriya ji civaka sivîl û xwepêşanderan
Amnesty ji hikûmet, sazî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî xwest ku li gel hewldanên ji bo parastina agirbestê û kêmkirina alozîyên herêmî, piştgiriya daxwazên rewa yên gelê Îranê jî bikin. Efûya Navneteweyî bawer dike ku civaka navneteweyî nabe li hemberî çewsandina sîstematîk a mûxalîfan, sînordarkirina azadiyên sivîl û zextên li ser civaka sivîl ya li Îranê bêdeng bimîne. Rêxistinê ji hikûmetan xwest ku piştgiriya azadiya îfadeyê, azadiya civînên aştiyane, mafên jinan, mafên kêmnetewan û mafê tevlîbûna siyasî ya welatiyan bikin nav rojeva peywendiyên xwe yên bi Komara Îslamî re. Di vê daxuyaniyê de hat dubarekirin ku dengê qurbaniyan, malbatên dadxwaz û çalakvanên sivîl divê di her pêvajoyeke siyasî de were bihîstin û paşguhkirina van daxwazan wê aştiyeke lawaz û neasayî bi xwe re bîne.
Bidawîkirina bêcezakirinê daxwaza sereke ya Amnesty e
Efûya Navneteweyî her wiha bal kişand ser neçariya encamdana lêkolînên serbixwe ya derbarê hemû dozên binpêkirina hiqûqa navneteweyî ya mirovî û mafên mirovan di dema pevçûnên vê dawiyê de kiriye. Amnesty daxwaz kir ku hemû tewanbariyên têkildarî tawanên şer, êrîşên li dijî sivîlan û binpêkirinên din ên giran ên mafên mirovan, bi awayekî serbixwe, bêalî û zelal bên lêkolînkirin; her wiha berpirsên van kiryaran, bêyî berçavgirtina pileyên wan ên siyasî yan leşkerî, bên cezakirin û bersivê bidin. Bi baweriya Efûya Navneteweyî, gihîştina qurbaniyan dermanê rastiyê, edaletê û qerebokirina zirarê, yek ji şertên seretayî û bingehîn e ji bo gihîştina aştiyeke domdar li herêmê.
Mafên mirovan; xeleka winda ya lihevkirinên siyasî
Efûya Navneteweyî di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kiriye ku paşerojeke bi aramî ji bo herêmê tenê wê demê pêkan dibe ku parastina sivîlan, bersivdayîna binpêkerên mafên mirovan, dawîanîna li parastina ji cezayan û rêzgirtina li rûmeta mirovî bibin wek beşek jêneveqetandî ji lihevkirinên siyasî. Vê rêxistinê hişyarî daye ku ger lihevkirina vê dawiyê ya di navbera Îran û Emrîkayê de tenê bi kêmkirina alozîyên ewlehiyê ve sînordar bibe û guh nede daxwazên welatiyan, rewşa girtiyan, azadiyên bingehîn û mafên qurbaniyan, metirsiya wê yekê heye ku li şûna vekirina rêyekê ji bo aştî û edaletê, bibe amûrek ji bo berdewamiya çewsandinê û bêbersivhiştina binpêkerên mafên mirovan.