Hişyarî ji bo zêdebûna binpêkirinên li Îranê

Rêxistina Front Line Defenders li ser metirsiyên zêde yên ku parêzvanên mafên mirovan pê re rû bi rû dimînin hişyarî da û tekez kir ku qelsiya serweriya qanûnê û belavbûna komên çekdar gef û girtinên kêfî zêde dikin.

Navenda Nûçeyan – Her ku êrîşên li ser Îranê dijwartir dibin, fikarên mafên mirovan ên derbarê rewşa xirab a sivîlan û zêdebûna binpêkirinên li dijî çalakvan û xebatkarên mirovî zêde dibin. Di demekê ku bangên navneteweyî yên ji bo parastina sivîlan û mîsogerkirina rêzgirtina ji bo qanûna mirovî ya navneteweyî zêde dibin de ev yek pêk tê.

Herî zêde di şer û pevçûnan de parêzvan hedef tên girtin

Bi zêdebûna pevçûnên leşkerî li Îran û hin welatên herêmê re Front Line Defenders ku rêxistineke navneteweyî ya bi parastina parêzvanên mafên mirovan re eleqedar e, piştrast kir ku parêzvanên mafên mirovan ên ku binpêkirinan belge dikin, piştgiriyê didin qurbaniyan û sûcdaran hesab didin. Saziyê got ku di van şert û mercan de ji her demê bêtir li ber gef û zextê bêparastin in û destnîşan kir ku demên bêaramiya siyasî û zêdebûna pevçûnên çekdarî bi gelemperî bi zêdebûna zextê li ser çalakvanên civaka sivîl re têne.

Rêxistinê hişyarî da ku lawaziya serweriya qanûnê û hebûna komên çekdar dikare rê li ber girtinên kêfî, tundî û awayên din ên tepeserkirina parêzvanên mafên mirovan veke û fikarên xwe li ser rewşa parêzvanên mafên mirovan ên li Îranê girtî û sînordarkirinên ku ew di gihîştina lênihêrîna tenduristiyê, ragihandina bi malbatên xwe û çavdêriya serbixwe de pê re rû bi rû dimînin anî ziman.

‘Tedbîrên pratîkî ji bo parastina parêzvanan bigrin’

Rêxistinê bal kişand ser rewşa girtîgeha Evînê, raporên li ser tedbîrên ewlehiyê yên tundtir û astengiyên di belavkirina xwarinê de di nav girtîgehê de bi bîr xist. Rêxistinê, bang li hemû aliyên peywendîdar kir ku pabendî erkên xwe yên di bin qanûna mirovî ya navneteweyî û qanûna mafên mirovan de bin û ji civaka navneteweyî xwest ku tedbîrên pratîkî ji bo piştgiriya parêzvanên mafên mirovan li Îran û herêmê bigre.