‘Hilweşîna li Zîvala Xezayê gefê li jiyana sivîl dixwe’

Ajansa Alîkarî û Kar a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî (UNRWA), hişyarî da ku rewşa mirovî ya li herêmê xirabtir dibe û ragihand ku bi deh hezaran kesên koçber bi daxwaza parastinê xwe spartinê tesîsên wan.

Navenda Nûçeyan – Bi deh hezaran kesên ku mal û çavkaniya debara xwe winda kirin, neçar mane xwebispêrin navendên stargeh û avahiyên hilweşiyayî. Koçberan di şert û mercên mirovî yên giran de dijîn û di av, xurek û xizmetên tenduristiyê de bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû ne.

Ajansa Alîkarî û Kar a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî (UNRWA), îro 4’ê Mijdarê fikarên xwe yên cidî yên der barê rewşa mirovî ya li Zîvala Xezayê de anî ziman û diyar kir ku nêzî 75 hezar kesên ji cih û warên xwe bûne, bi daxwaza parastinê xwespartinê zêdetirê 100 tesîsan.

Rêxistinê, destnîşan kir ku avahiyên li herêmê bêîstîqrar in û teqemeniyên neteqiyayî hêj ji bo gel gefek mezin e. Hate diyar kirin ekîbên wan ji bo parastina stargehan û dabînkirina cihên bi ewle ya ji bo zarokan ku fêrbûn û lîstina xwe bidomînin, xebatên xwe didomîne.

Li gorî texmînên Ofîsa Medyayê ya Hikûmeta Xezayê, 2 milyon Filistînî yên li herêma xwedî nifûsa 2.4 milyon, di du salên borî de ji ber şerên qirkirin û polîtîkayên koçberkirina bi darê zorê, bi domdarî ji cih û warên xwe dibin.

Ofîsê, destnîşan kir ku 288 hezar malbatên Filistînî bêmal in, hêzên Îsraîlî malên wan hildiweşîn e û mirovên ji cih û warên xwe bûne jî, berê xwe didin qadên teng ên ji şert û mercên jiyanê bêpar.