‘Hikûmeta Iraqê nahêle tiştek bikeve nava wargeha Mexmûrê’
Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak derbarê zextên Hikûmeta Iraqê yên li ser wargehê de axivî û destnîşan kir ku hemû kiryarên Iraqê yên li ser wargehê, encama polîtîkayên di navbera Tirkiye û Iraqê de tên meşandin e.

BERJÎN KARA
Mexmûr – Bi polîtîkayên belavkirin û valakirina dewleta Tirk a dagirker, polîtîkayên hikûmeta Iraqê yên li hemberî wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) didomin. Di sala 2019’an de ji aliyê PDK’ê ve ambargoyek li ser wargehê hat ferzkirin ku heta niha jî berdewam dike. Bi heman şêweyî hikûmeta Iraqê jî çend car ket nava hewldanên dorpêçkirin û têlkirina wargehê, herî dawî di 20’ê Gulana 2023’an de xwestin wargehê dorpêç bikin lê bi bertekên gel re rû bi rû man û di encama berxwedana 16 rojan a gel de gav paşve avêtin. Di hevdîtinên wan deman hatin kirin de gelek soz ji bo wargehê hatin dayîn, lê heta niha ji bo pêkanîna wan heta niha jî gav nehatine avêtin.
Beriya çend rojan Hevserokatiya Meclîsa Gel a Wargeha Penaberan a Mexmûrê der barê zextên Hikûmeta Iraqê yên li ser wargehê de daxuyaniyek nivîskî belav kir û ragihand ku Iraq nasnameyên xelkê Mexmûrê çênake, xurek belav nake û pirsgirêkên tenduristî, îdarî û zagonî yên wargehê çareser nake. Meclîsa Gel da zanîn ku Iraq hefteyek e rê nade kel û pel bikevin nava wargehê û hat gotin ku li şûna pirsgirêkên wargehê çareser bike her diçe kûrtir dike.
Têkildarî mijarê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ev hemû, encama polîtîkayên navbera Tirkiye û Iraqê de tên meşandin e.
‘Soz dan ku ewê pêwîstiyên jiyanî yên wargehê pêşwazî bikin’
Fîlîz Budak di destpêkê hewldanên Iraqê yên 20’ê Gulana 2023’an ku xwestin derdora wargehê dorpêç bikin, bi bîr xist û wiha got: “Berxwedan û îradeya gel a 16 rojan, bû sedem ku hikûmet gav paşde bavêje û lihevkirinek heta astekî pêk bê. Li ser wê yekê hinek soz hatin dayîn ku pêwîstiyên jiyanî yên wargehê werin pêşwazîkirin. Bi taybetî statûya siyasî ya wargehê li ber çavan girtin û li gorî wê nêzîkatiyê li ser van xalan nîqaş hatin kirin.”
‘Armanca yekemîn bi êrîşan belavkirina wargehê bû’
Fîlîz Budak balkişand ser armancên hikûmeta Iraqê yên li ser Mexmûrê û wiha berdewam kir: “Armanca yekemîn bi êrîşên li ser wargehê, belavkirina wargehê bû. Dema nikaribûn vê yekê bikin, statuya siyasî xistin. Ger wê jî nikaribin, hewl dan şebekeyên xwe yên mafyawarî ku girêdayî hikûmetan e, bixin wargehê û naveroka wargehê pûç bikin. Ev rê û rêbaz hemû li ser wargehê hatin ceribandin, lê wekî wan dixwest encam nehat girtin. Vê carê çi kirin, di aliyê pêwîstiyên wargehê de astengiyan derxistin.”
‘Ji sala 2023’an ve nasname nayên nûkirin’
Fîlîz Budak bal kişand ku hikûmeta Iraqê demeke dirêj e nasnameyên wargehê çênake û li ser wê yekê zextan ava dike û ev tişt got: “Ji sala 2023’an heta niha nasnameyên ku ji bo gel biçe cîhekî wek Bexda, Mûsil, Kerkûk li cîhek ji wan kar bike, nayên çêkirin. Ango ji karkirinê wêdetir ji bo nexweşxaneyan jî ew îqame û nasname pêwîst e. Lê ji Îlona 2023’an heta niha yên wargehê nehatine nûkirin û dema wan derbas bûye.”
‘Ji bo nexweş û karkeran pirsgirêkan derdixin’
Fîlîz Budak bi van gotinan bal kişand ser pirsgirêkên ku gel ji ber nasnameyan dikşîne: “Karmendên me yên li derve kar dikin, rojane bi serdagirtinên polîs û leşkerên li wê derê re rû bi rû dimînin. Di asayîşên ku tê re derbas dibin de, wan ji nîvê rê dizivirînin, carna wan desteser dikin û binçav dikin. Rojane ev bûyer li Îraqê li ser nexweş û karmendên me yên ku diçin derve, pêk tînin.”
‘Pêwîstiyên nexweşxane û şaredariya wargehê nayên bicîhanîn’
Fîlîz Budak di berdewama axaftina xwe de ragihand ku bi heman şêweyî zivistanê pêwîstiyên wan ên wek amûrên şewatê, gaz û neft ku li tevahiya Îraqê tê belavkirin, li wargehê nehatine belavkirin. Fîlîz Budak vê yekê wek nêzîkatiyek taybet a ji bo Mexmûrê nirxand û ev agahî dan: “Nexweşxaneyek me heye, rojane bijîşkê/a wê diguhere, carna bijîşkek tê carna deh rojan nayê. Ji bilî dermanên serma û serêşê dermanek din nîne ku nexweşiyek din bê dermankirin. Derfet û pêwistiyên amûran ên hemû şaredariyên Îraqê tên pêşwazîkirin ên Mexmûrê nayên pêşwazîkirin. Tevî ku ev maf e jî, nade wargehê.”
‘Encama polîtîkayên di navbera Tirkiye û Iraqê de tên meşandin e’
Fîlîz Budak bal kişand ser hevdîtinên Îraqê yên bi dewleta Tirk re û ev tişt anîn ziman: “Çi wext hevdîtin dikin, darbeyek li wargehê didin. Herî dawî jî beriya hefteyek, bi beşek leşkerî xwestin bikevin nava wargehê, lê rasterast bi bertekên gel re rû bi rû man û xwe paşve kişandin. Ji wê rojê ve xistina kel û pelên kar ên ji bo wargehê hatiye qedexekirin. Ev hemû di çarçoveya polîtîkayên ku di navbera Tirkiye û Îraqê de tên meşandin e.”
Fîlîz Budak qala hevdîtinên wan ên bi hikûmeta Îraqê re kir û destnîşan kir ku heta niha encamek berbiçav nehatiye bidestxistin, lê ew wek Meclîsa Gel û gelê wargehê hewl didin bi riyên demokratîk çareser bikin û pirsgirêkan vebêjin.
‘Bi qasî Îraqê Neteweyên Yekbûyî jî berpirsyar e’
Fîlîz Budak di dawiya axaftina xwe de careke din destnîşan kir ku ji ber rewşên wiha gelê Mexmûrê tu gav paşve navêje û wiha got: “Heta niha gelê wargehê li ber xwe daye, ango vê civakê riya berxwedanê hilbijartiye. Beramberî kiryarên niha tên kirin û dorpêça PDK’ê ya ku ji sala 2019’an ve heta niha berdewam dike, Mexmûr sekna xwe ya bi biryar raber dike û têkoşîneke mezin dimeşîne. Her wiha xebatên xwe yên pergalî dimeşîne û îradeya xwe ya pergalî diparêze. Lê mafê vê wargehê heye ku ji mafê xwe para xwe bigre û ji vê yekê jî Îraq berpirsyar e. Di heman demê de Neteweyên Yekbûyî jî ji vê yekê berpirsyar e. Ji bo wê em vê bangê dikin ku herdu alî jî berpirsyariyên xwe bicîh bînin.”