Hêzên rejîma Îranê avêtin ser mala mamosteya Bahayî

Dewleta Îranê piştî bidawîbûna êrîşên Îsraîlê li welat firsend dît û pêla zext û girtinê da destpêkirin. Muhafizên Şoreşa Îranê bi zorê ketin mala mamosteya Bahayî Forough Khosravî û lêgerin kirin.

Navenda Nûçeyan – Piştî bidawîbûna êrîşên Îran û Îsraîlê, li welat li dijî Bahayiyan pêleke nû ya girtinê destpê kir. Endamên Îstîxbarata Muhafizên Şoreşê bêyî biryara dadgehê, bi tundî ketin mala mamosteya Bahayî Forough Khosravî ku li Bahbahanê dijî.

Di dema lêgerîna mala Forough Khosravî de, dest danîne ser tiştên wê yên şexsî. Hat diyarkirin ku têkiliya vê bûyerê bi gefên berê yên bi telefonê li hemberî Forough Khosravi û keça wê ya biçûk hatine kirin re heye. 

Berê jî gef lê hatibû xwarin

Li gorî agahiyên hatine girtin, du jê jin 6 erkdaran bi awayekî ku tirs û dehşetê çêbikin ketine mala Forough Khosravi. Beriya bûyerê çend rojan, jî di platformeke peyaman de di koma mamosteyan de mamoste Khosravî têkildarî şer nêrînên xwe parve kiribû, piştî vê ji hejmarên telefonê yên nenas rastî gefê hatibû û heqaretê lê kiribûn. Forough Khosravi, li dijî van gefan gilî kiribû.

Forough Khosravî ku di qada perwerdeyê de doktora girtiye, berê jî ji ber baweriya Bahayî û beşdarbûna xwepêşandanên sala 2009’an ji zanîngeha Peyam Nur hatibû dûrxistin.