Hêzên Piştgiriya Lezgîn 35 kes qetil û birîndar kir
Rayedarên fermî yên Eyaleta Bakur a Darfurê ragihandin ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) li bajarê Faşir êrîşî warek mirovan kirine. Di êrîşê de 35 kes birîndar bûn, 5 ji vana jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de, hatiye asta şerê herî tevlîhev û bi xwîn ê herêmê. Ev pevçûn rê li ber mirina gelek zindiyan û koça bi milyonan mirovan vekiriye. Di heman demê de bi taybetî di xizmetên bigehîn ên wek tenduristî, perwerde û bînesaziyê de bû sedema hilweşînek mezin.
Rayedarên Bakurê Darfurê di daxuyaniya 15’ê Hezîranê daye de diyar kirin ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn li dijî navendek mirov lê dijîn a li Faşir êrîş pêk anîne. Rayedaran gotin ku di encama vê êrîşê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dane, 30 kes jî birîndar bûne. Têkildarî bûyerê Hêzên Piştgiriya Lezgîn tu daxuyanî nedane.
Hêzên Piştgiriya Lezgîn berê êrîşên li dijî bajar sekinandibûn û tenê bi top û dronan êrîşên sînordar pêk dianîn. Lê belê di van mehên dawî de ragihand ku êrîşên bejahî daye destpêkirin.
Ji 10’ê Gulana 2024’an heta niha li bajarê Faşirê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de pevçûnên dijwar diqewimin. Faşir bajarê herî mezin ê navenda herêma Darfura ku ji 5 eyaletan pêk tê ye. Di heman demê de berovajî peytext Darfurê, paytexta ku heta niha RFS bi dest nexistiye.
Pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ji Nîsana 2023’an heta niha didomin. Di vê pêvajoyê de bi dehhezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, bi milyonan kes di nava welat û derve de neçar man koç bikin. Bînesazî, bi taybetî qada tenduristiyê, hatin texrîbkirin.