Hêzên Ewlekariya Şêx Meqsûd: Bila şandeyên bê alî werin nexweşxaneyê bibînin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Taxa Şêx Meqsûd, îdîayên komên çeteyan ku dibêjin di bin nexweşxaneyê de tunel hene, derewandin û xwest ku şandeyên bê alî werin û rewşa nexweşxaneyê ji nêz ve bibînin.
Navenda Nûçeyan – Komên çete yên girêdayî HTŞ'ê û dewleta Tirk , berê hemû êrîşên exwe dane nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir. Tevî ku li nexweşxaneyê nêzî 100 birîndar, nexweş, jin, zarok hene jî, êrîş didome.
Çete îdîa dikin ku di bin nexweşxaneyê de tunel hene û hêzên ewlekariyê li wan deran şer dikin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Şêx Meqsûd têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand û ev îdîaya çeteyan derewandin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komên çete dixwazin hinceta komkujiyê ji xwe re peyda bikin.
Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku şandeyên bê alî yên mafên mirovan ên navnetewî werin û rewşa nexweşxaneyê di cih de bibînin.