Hêzên ewlehiya Îranê di 14 rojên dawî de 239 kes binçav kirin
Di 14 rojên şer de, ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve herî kêm 239 kes hatine binçavkirin. Li gelek bajaran xalên kontrolê hatine danîn. Polîsên Ewlekariya Giştî ya Ferecê ya girêdayî Emniyeta Îranê, ragihandin ku di 72 saetên dawî de 54 kes binçav kirine.
Navenda Nûçeyan – Li gel êrîşên hevbeş ên Îsraîl û Emrîka yên li ser Îranê didome, nûçeyên wek li bajarên cuda yên Îran û Kurdistanê qada ewlehiyê bi awayek cidî dijwar bûye, tên.
Îro, Polîsên Ewlekariya Giştî yên Feracê ragihandin ku di 72 saetên dawî de 54 kes binçav kirine. Lê belê hûrgiliyên nasnameya kesên hatine binçavkirin û bajarên ku lê hatine binçavkirin nehate parvekirin.
Li aliyê din Ajansa Nûçeyan a Mîzanê, ya girêdayî dadweriya Îranê, ragihand ku li bajarê Kermanê herî kêm 14 kes hatine binçavkirin. Li gorî Mîzanê, ev kes ji ber sûcên di êrîşên Îsraîl û Emrîka de kaos û bêaramiyê çêdikin û çalakiyên dijî-ewlehiyê pêk tînin, tên sûcdarkirin.
Herî kêm 239 kes hatin binçavkirin
Li gorî rapora ku ajansa nûçeyan a HRANA parve kiriye, di 14 rojên dawî de herî kêm 239 kes ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatine binçavkirin.
Li gorî raporê, beşek girîng ji van kesên hatine binçavkirin, bi kişandina wêne an dîmenên teqînan an jî piştî êrîşan li bajarên cuda, ji saziyên medyayê yên derveyî welat re şandine, tên sûcdarkirin. Di hinek rewşan de, hate diyarkirin ku binçavkirin di çarçoveya kontrolkirina qada agahdariyê û astengkirin weşandina dîmenên têkildarî êrîşan, hatine kirin.
Gefa çewsandina xwepêşandanan
Rêxistina Îstixbaratê ya Muhafizên Şoreşa Îranê daxuyaniyek fermî weşand û di dema şer de li dijî her cureyên xwepêşandanên kolanan hişyarî da. Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku ger xwepêşandan û protestiyek bê lidarxistin, ewê ji xwepêşadanên meha Çileyê hişktir mudaxele bê kirin.
Xalên qontrolê hatine danîn
Li gorî raporên ji bajarên cuda tên, tedbîrên ewlehiyê bi awayek cidî zêde bûye û li gelek herêman xalên kontrolê hatine danîn. Bajarên Kurdistanê, Kamyaran û Sine di nav de li gelek cihan tedbîrên ewlehiyê tund kirine. Hate diyarkirin ku li xalên kontrolê yên li herêmên cûda yên bajaran hatîne danîn, hêzên ewlehiyê telefonên welatiyan kontrol dikin.
Her wiha nûçeyên ku ji Keraj û Tehranê tên, nîşan didin ku li van herdu bajaran tedbîrên ewlehiyê hatine girtin, li gelek deverên ku xalên kontrolê hatine danîn, derbasbûna wesayîtan hatiye sînordarkirin.