Hêzên demokratîk li dijî tayînkirina qeyûm banga beşdariya mîtîngê kirin

Hêzên ked, aştî û demokrasiyê banga beşdariya mîtînga bi navê ‘Em ê ji bo keda xwe û azadiya xwe rê nedin qeyûm’ kirin.

Navenda Nûçeyan- Hêzên ked, aştî û demokrasiyê yên Stenbolê, wê di 29'ê Hezîranê de li Qada Kartalê ya Stenbolê bi dirûşma ‘Em ê ji bo keda xwe û azadiya xwe rê nedin qeyûm’ li dijî tayînkirina qeyûm li Şaredariya Colemêrgê mîtîngekê li dar bixin. Ji bo mîtîngê civîna çapemeniyê hat lidarxistin.

Civîna çapemeniyê li navçeya Beyogluya Stenbolê li otêlek hat lidarxistin. Di civînê de pankarta ‘Em ê ji bo keda xwe û azadiya xwe rê nedin qeyûm’ hat daliqandin. Nûnerên sendîka, partiyên siyasî, sazî û dezgehan beşdarî civînê bûn. Di civîna çapemeniyê de hûrguliyên mîtîngê hatin eşkerekirin.

‘Rejîma AKP-MHP'ê di hilbijartinên 31'ê Adarê de têk çûye’

Endama Koordînasyona Yekitî ji Bo Demokrasiyê (DÎB) Ayşe Devecîoglu metna çapemeniyê xwend. Ayşe Devecîoglu anî ziman ku sedema sereke ya bêîstîqrarî, xizanî û eciqandina maf û azadiyan pêgirtina bi pergala kapîtalîst-emperyalîst û sermayeyê ye û wiha hat gotin: “AKP-MHP di emrê pergala kapîtalîst de ye. Vê pergalê li dijî hemû bindestan şerekî bêeman daye destpêkirin. Rejîma AKP-MHP'ê di hilbijartinên 31'ê Adarê de têk çûye. Rejîma AKP-MHP'ê ku di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de têk çû li dijî tevahiya bindestên civakê û li dijî hemû gelên bindest û baweriyan û kedkar, jin, ciwan, zarok, malnişîn, LGBTÎ+ û xwezayê êriş dane destpêkirin.”

Ayşe Devecîoglu di daxuyaniyê de bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiyeyê û dozên Gezî û Kobanê û got ku desthilatdarî dixwaze li hemû qadan bi qedexe û zextan û polîtîkayên tayînkirina qeyûman civakê dorpêç bike û bitepisîne.

‘Em ê her dem li ber xwe bidin’

Ayşe Devecîoglu di berdewamiya daxuyaniyê de anî ziman ku rejîma AKP-MHP'ê bi rejîma qeyûmtiyê dixwaze vîna demokratîk a gel bişkîne û vîna hemû bindestan û muxalefetê bi rejîma xwe ya qirêj ve girê bide û got: “Lewma qeyûm, xesp e, qeyûm talan e, qeyûm gendelî, dizî û esasnegirtina vîna gel e. Her wiha qeyûm ew e ku desthilatdarî bi polîtîkayên neçareseriyê û şer dixwaze darbeyê li aramî û aştiya welat bixe. Tiştek ne adil, ne rewa ye jî. Lewma li hizûra civakê tu rewabûna qeyûmê Colemêrgê tune ye. Em ê li dijî van êrişên ku li gorî qanûna desthilatdariyê jî ne rewa ne dem li ber xwe bidin.”

‘Em ê bêdeng nemînin’ 

Ayşe Devecîoglu wiha got: "Em ê li hemberî feraseta ku dixwaze nirxên siyasî û destkeftiyên gelê Kurd tecrîd bike û tasfiye bike û li hemberî feraset û êrişên ku dixwazin mafên jiyana mirovî ya gelên Tirkiyeyê binpê bike bêdeng nemînin. Çawa duh li Wanê em li hemberî kesên xwestin vîna gel îpotek bikin rabûn ser piyan, em ê ji bo Şaredariya Colemêrgê jî bi berxwedanê rabin ser piyan. Vîn a me ye, jiyan a me ye, berxwedan a me ye. Roj roja bilindkirina têkoşîna yekbûyî ya bindestan e. Em bang li her kesê dikin ku 29'ê Hezîranê de saet di 7'ê êvarê de li Qada Kartalê bin.”