Hêzên Îsraîlê 5 Filistînî birîndar kirin
Hêzên Îsraîlê di êrîşa bi balefirên bêmirov ên li Kampa Penaberan a Cenînê de 5 Filistînî birîndar kirin.

Navenda Nûçeyan- Artêşa Îsraîlê êrîşî Kampa Penaberan a Cenîn a li Şerîeya Rojava ya dagirkirî kir. Di serdegirtina ku balafira bêmirov a çekdar (SÎHA) hat bikaranîn de 5 Filistînî birîndar bûn. Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê der barê bûyerê de tu agahî nedan û diyar kirin ku hêzên artêşê li Kampa Penaberan a Cenînê “operasyon” li darxistine.
5 Filistînî bi guleyên rastî birîndar bûn
Çavkaniyên tendurustiyê yên Filistînê ragihandin ku di serdegirtinê de 5 Filistînî bi guleyên rastî birîndar bûne. Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê ji gelek aliyan ve êrîşî kampê kiriye û noqteyeke li kampê bi SÎHA'yan hatiye bombekirin û hêzên Îsraîlê jî dest bi vekişîna ji kampê kirine.