Hêzên Îranê careke din avêtin ser mala Golrîz Nooranî
Mala hemwelatiya Bahaî û pispora kompîtorê Golrîz Nooranî ya li Qazwînê, di nava sê salan de cara duyemîn ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Komara Îslamî ve rastî serdegirtinê hat û eşyayên wê yên şexsî û olî hatin desteserkirin.

Navenda Nûçeyan – Şeva 21’ê Hezîranê sîxurên Daîreya Îstîxbaratê bi ser mala Golrîz Nooranî ya 39 salî ku li Qezwînê dimîne de girtin, lêgerîn kirin û hinek eşyayên şexsî yên Golrîz Nooranî desteser kirin.
Di dema lêgerînê de telefona dest a hemwelatiya Bahaî Golrîz Nooranî, pirtûkên têkildarî Bahaîtî û amûrên din ên elektronîkî hatin desteserkirin.
Di sê salên dawî de cara sêyemîn e mala Golrîz Nooranî tê lêgerînkirin. Beriya niha jî Golrîz Nooranî û hevjînê wê Mehrzad Zahraî rastî heman serdegirtinê hatibûn û pirtûkên wan, mucewher û wêneyên wan ên şexsî hatibûn desteserkirin.
Hemwelatiyên Bahaî yên li Îranê di salên dawî de gelek caran rastî lêgerînên kêfî, binçavkirin û desteserkirina milkên xwe hatine. Ev binpêkirin ji aliyê rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan ve tên rexnekirin.