Hezar û 700 malbat ji peravên Sûriyeyê koçber bûn
Çavkaniyên lubnanî diyar kir ku bi kêmanî 2 hezar û 700 malbat ji ber şer û komkujiyan ji herêmên li perava Sûriyeyê derbasî Lubnanê bûne.

Navenda Nûçeyan – Ji ber êrişên çeteyên girêdayî Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) a cîhadîst li peravên Sûriyeyê li dijî Elewiyan pêk tîne, koçberiya ji peravê didome. Çavkaniyên çapemeniya Lubnanî diyar kir ku bi kêmanî 2 hezar û 700 malbat ji ber şer û komkujiyên li perava Sûriyeyê, di Çemê Mezin re derbasî Lubnanê bûne.
Hat ragihandin ku ekîbên Xaça Sor a Lubnanê alîkariyên ku rêxistin û komeleyên navneteweyî û xwecih şandine, li koçberan belav dike.
Hate diyarkirin ku klînîkên gerok bi hemahengiya Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê li parêzgeha Ekarê li cihên koçberan digerin û xizmetên tenduristiyê pêşkêşî wan dikin.