Hezar û 200 karmend bi awayekî keyfî ji kar hatin derxistin
Cûdakariya nijadî ya rêxistina cîhadîst ên HTŞ’ê li dijî civaka Elewî pêktînin, bûye sedema zêdebûna cudahiya mûçeyan a di navbera karmendên xwedî tecrûbe û yên nû hatine girtin de. Ev yek bû sedema ji kar derxistina keyfî ya hezar û 200 karmendan.
Navenda Nûçeyan – Cîhadîstên Heywt Tehrîr el-Şam bêyî hişyariyek pêşwext hezar û 200 karmend ji kar derxistin. Her wiha di meha Kanûnê de bi sedan karmendên li peravên Sûriyeyê rastî zexta îdarî ya zêde hatin.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di meha Kanûnê de li bajarên Lazkiye û Tartusê piraniya wan ji civaka Elewî nêzî hezar û 200 karmend, bi awayekî keyfî ji kar hatin derxistin an jî tayînê deriyên sînor ên li rojhilatê Sûriyeyê hatin kirin.
Karmendan, destnîşan kirin ku ev biryar cûreyekî zextê ku gef li rewşa wan a civakî û aborî dixwo ye. Her wşha ji kar derxistin û tayînkirinan, li şûna agahdariyên nivîskî yên fermî, bi rêya peyamên WhatsAppê hatin ragihandin. Ev rewş, li dijî Qanûna Kar a Sûriyeyê û rêziknameyên îdarî yên heyî tê hesibandin. Biryarên hatin dayîn, di nav karmendan de hêrs û fikar çêkir û fikarên ku dê bandorê li saziyên din ên giştî bibe zêde kir.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku karmendên Enstîtuya Latakiyê ku piraniya wan Elewî ne, bi agahiyên ji nişka ve ji bo nayên kar hatine hişyarkirin. Ev yek nîşan dide ku zexta li ser bi sedan karkerên li peravê zêde dibe û berdewamiya biryarên bê belge dikare encamên cidî yên civakî û aborî biafirînin.
Karmendên Rafineriya Baniasê, diyar dikin ku di belavkirina kar û mûçeyan de neheqî heye. Karmendên nû, di pozîsyonên krîtîk de tên bicîhkirin û karmendên xwedî tecrûbe jî tên paşguh kirin. Di nava mûçeyan de valahiyek mezin heye; karkerên nû hatine perwerdekirin 300 dolar distînin û kesên nû hatine tayînkirin jî heta hezar û 700 dolar mûçe distînin, lêbelê karmendên xwedî tecrûbe ten 100 dolar qezenc dikin.