‘Hezar 229 kes ji Helebê derbasî herêmên xweser bûne’
UNICEF’ê aşkera kir ku ji 11`ê Çileyê ve hezar û 229 kes ku 298 jê zarok in, ji Helebê gihaştine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Navenda Nûçeyan – UNICEF’ê ragihand ku zêdebûna şer û pevçûnên dawîn li Helebê û derdora wê zarok û malbatên wan neçar kirine ku ji malên xwe derkevin û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ewlehiyê bibînin.
Li gorî daneyên UNICEF`ê, ji 11`ê Çileyê ve hezar û 229 kes ku 298 jê zarok in, piştî ku serpêhatiyên dijwar derbas kirin, gihaştin stargehên li Reqa, Tebqa, Hesekê û Qamşloyê.
Di 6`ê Çileyê de, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê rastî êrişên dijwar ên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê hatin. Di encama topbaranê de gelek sivîl şehîd û birîndar bûn û bi sedan jî koçber bûn.