Hêza guherînê ya jinê berxwedana li dijî tundiyê ye – GOTAR

Tundiya li dijî jinan ne bûyerekî ji nişka ve derket holê ye, berevajî vê yekê pergalekî ku di avahiyên civakî, siyasî û aborî de kok daye ye. Hêza guherînê ya jinê berxwedana li dijî tundiyê û avakirina civakek wekhev e.

ELÎF HEMO

Cîhan di 25’ê Mijdarê de, li dijî tundiya li ser jinê helwestek hevgirtinê nîşan da. Ev roj ne tenê kêliyek demkî ye; bangekî ku rûpelên jinan a di tevahiya dîrokê de di têkoşîna azadî û wekheviyê de nivîsandiye, bi bîr dixe ye. Ji xwişkên Mîrabal bigre heta kesên ku ji bo azadiyê jiyana xwe feda kirin, bi hezaran jinên ku ala berxwedanê hildigirtin, her sal di rêya avakirina civakek hêj zêdetir adilane û wekhevtir sozek nû tê dayîn.

Di sala 1999’an de îlankirina Neteweyên Yekbûyî ya vê rojê mîna Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî, ne tesaduf e; berevajî vê yekê ev dîrok fêkiya têkoşînekî ku belavî sedan salan bûye ye. Ji Zûbeyde û Cleopatra bigre heta Jean d'Arc û Hendece, ji Meryem Xan û Leyla Qasim bigre heta Sakine Cansiz û Arîn Mirkan, jin her tim bûne pêşeng, berxwedêr û avakerên civakên hêj mirovtir. Ev zincîra dîrokî, careke din nîşan dide ku azadiya jinan ne tenê mijarek takekesî ye, bingeha azadiya tevahî civakê ye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şoreşa Rojava mîna "Şoreşa Jinan" tê binavkirin û ev roj wateyekî pir kûrtir qezenç dike. Li vir 25’ê Mijdarê êdî ne tenê rojek bîranînê ye; veguherî îfadeya berxwedanê li dijî tundiya li ser jinan. Jinan li dijî DAIŞ’ê têkoşiyan û li dijî feraseta serdest a mêran li ber xwe dan. Bi saya rêxistinbûna xwe ya di komun û meclîsan de, îspat kirin ku berxwedan ne tenê gotinek e, pratîkek rojane ya hewil dide civakek li ser bingeha azadî, demokrasî û wekheviya zayendî ava bike ye.

Tundiya li dijî jinan ne bûyerekî ji nişka ve derket holê ye, berevajî vê yekê pergalekî ku di avahiyên civakî, siyasî û aborî de kok daye ye. Jin bi tundiya fîzîkî, derûnî, aborî, siyasî, çandî û dîjîtal re rû bi rû dimînin û ev tundî ji bo ku jinan ji rolên wan ên pêşengtiyê vederbike, bi awayekî pergalî tê sepandin. Lêbelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, paşketina tundiyê û derketina holê ya jinê ya mîna hêzên guhertinê eşkere dibe. Jinan rêxistinên xwe ava kirin, saziyên xwe ava kirine û bi rêya pergala hevserokatiyê û peymana civakî ya jinan di pêvajoyên biryargirtinê de bi awayekî xurt têmsîl dikin.

Felsefeya Abdullah Ocalan a "Heta jin azad nebe, civak jî azad nabe” bûyîna tenê gotinekî derket û veguherî pratîkek şoreşgerî. Hêza xwe ji zanista jinê (Jineolojî) û rêxistinbûna tevgerên jinan girt û têkoşîna jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye çavkaniyek îlhamê ya li seranserê cîhanî, li ser bingeha edalet û wekheviyê rêya avakirina civakek xwezayî, exlaqî û siyasî vekir.

Îro dema ku em xwişkên Mîrabel bi bîr tînin, em carek din dubare dikin 25’ê Mijdarê ne tenê rojek bîranînê ya demkî ye, bangekî têkoşîna li dijî tundiya bipergalî ya di her kêliyê me de ye. Em ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li cîhanê dikin: "Bêyî azadiya jinê, azadî nîne, bêyî wekheviya di navbera zayendab edalet nîne.” Wê têkoşîna jinan hertim pêşeng be û avakirina civakek demokratîk a li ser bingeha wekhevî û edaletê, dê berpirsiyarî û îradeya jinan be.

*Endama Koordînasyona Kongra Star