Heyva Sor a Kurd: Nahêlin em xwe bigihîjînin birîndaran
Endama Heyva Sor a Kurd Newroz Xelîl der barê rewşa dawî de ji me re axivî û diyar kir ku ew bi 15 ambulansan û tîmeke ji 45 kesan pêk tê, du roj in li Dêr Hafirê ne hewl didin biçin taxa Şêx Meqsûd xwe bigihîjînin birîndaran.
Navenda Nûçeyan – Endama Heyva Sor a Kurd Newroz Xelîl li ser êrîş û dorpêça li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê rewşa herî dawî ragihand.
Newroz Xelîl da znaîn ku dema ku êrîşên li ser taxên yên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê çêbûne, pê hesiyane ku gelek birîndar hene li taxê û nayên dermankirin û wiha got: “Jixwe 6 meh in taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dorpêçkirî ne, malzemeyên tibî nedigihîştin wan, bi yên di dest xwe de îdare dikirin. Bi van êrîşan re rewş girantir bûye. Li gorî agahiyên ku gihîştin me yên rewşa wan giran nêzî 80 kes in. Weke Heyva Sor a Kurd me biryar girt em derbasî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bibin. Me hewl da em bi Xaça Sor re peymanek çêbikin, derbasî taxan bibin lê bes kesek bersiv neda. Em saziyeke mirovî ne me ji xwe re erk dît em berê xwe bidin Dêr Hafirê ji wir em bikaribin derbasî Şêx Meqsûd bibin xwe bigihîjînin gelê xwe û birîndarên xwe.”
‘Bi madeyên kîmyewî êrîşê nexweşxaneyê kirin gelek kesên birîndar şehîd bûn’
Newroz Xelîl ragihand ku ew weke Heyva Sor a Kurd êrîşa li ser şêniyên taxê û li ser Nexweşxaneya Xalid Fecir û ya Osman şermezar dikin û wiha domand: “Herî dawî me bihîst ku Nexweşxaneya Xalid Fecir dorpêç kirine madeyên kîmyewî avêtine, êrîşeke hovane li ser naxweşxaneyê hatiye kirin û gelek birîndarên tê de û zarok şehîd ketin. Ev karekî ne mirovî ye, çawa êrîşê nexweşxaneyê dikin?
Em bi 15 ambulansan ve niha gihîştine Dêr Hafirê. Ev du roj in em li vir in dixwazin berê xwe bidin Şêx Meqsûd û Eşrefiyê lê rê nadin em derbas bibin. Gel jî niha berê xwe daye Dêr Hafirê, em dixwazin xwe bigihîjînin birîndaran, wan rizgar bikin lê mixabin nahêlin kes derbikeve. Em 45 kes bi 15 ambulansan amade ne.”